Di demekê de ku kampanyaya ‘Sêşemên Na Ji Darvekirinê Re’ di hefteya xwe ya 122yemîn de didome, rejîma Îranê 4 girtiyên din darve kirin û cezayê 6 girtiyên siyasî jî erê kir. Her wiha girtiyên jin ji ber berxwedana xwe ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin.
Kampanyaya greva birçîbûnê ya bi navê “Sêşemên Na Ji Darvekirinê Re” ya li dijî polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê, kete hefteya xwe ya 122yemîn. Di daxuyaniya kampanyayê de hate ragihandin ku girtiyên siyasî yên li 56 girtîgehên wekî Evîn, Qizilhesar, Girtîgeha Mezin a Tehranê, Qerçek, Şeyban a Ehwazê, Sepîdar a Ehwazê, Adilabad a Şîrazê, Zahîdan, Meşhed, Reşt, Ûrmiye, Mehabad, Bokan, Merîwan, Sine û Îlamê di greva birçîbûnê de ne.
‘Ji destpêka salê ve 72 kes hatin darvekirin’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku darvekirinên siyasî bi lez zêde dibin û bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan hate kirin ku li dijî darvekirinên li Îranê helwesteke bibandortir nîşan bidin. Hate diyarkirin ku ji destpêka salê ve herî kêm 72 kes hatine darvekirin û zêdetirî 25 ji van girtiyan bi îdiayên “siyasî û ewlekariyê” hatine darizandin.
Li gorî daxuyaniyê, di hefteya borî de girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Zele û Kerîm Yeqûbpûr û her wiha Ebbas Ekberiya Feyzabadî yê ku beşdarî xwepêşandanên meha Çileyê bibû, hatine darvekirin. Her wiha hate ragihandin ku girtiyê bi navê Mucteba Kiyan jî bi îdiaya qaşo ‘sîxurtiyê’ hatiye darvekirin.
Jiyana 6 girtiyan di xetereyê de ye
Kampanyayê ragihand ku di rojên dawî de cezayê darvekirinê yê girtiyê siyasî Menuçehr Felah ê ku li Girtîgeha Lakan a Reştê tê ragirtin, careke din hatiye erêkirin. Her wiha hate gotin ku cezayên darvekirinê yên Rûhullah Kerkî yê li Girtîgeha Şeyban a Ehwazê û Mîlad Armon, Newîd Necaran, Mehdî Îmanî û Seyîd Mihemedmehdî Huseynî yên di doza ‘Taxa Ekbatanê’ de dihatin darizandin, hatine erêkirin. Jiyana van 6 girtiyan di xetereyeke mezin de ye.
Jinên berxwedêr tên cezakirin
Di daxuyaniyê de berxwedana jinan hate bibîrxistin û ev peyam hate dayîn: “Dîroka nêz a Îranê bi jinên berxwedêr ên ku ji bo azadî û wekheviyê canê xwe feda kirine tije ye. Bi taybetî di deh salên dawî de, jin di eniya pêş a têkoşîna civakî de cih digirin.” Hate diyarkirin ku girtiyên jin ên li beşa jinan a Girtîgeha Evînê her sêşemê li dijî darvekirinan dirûşman berz dikin. Ji ber vê çalakiyê, wekî amûreke cezakirinê mafê wan ê axaftina bi telefonê û hevdîtinê tê sînordarkirin û xespkirin.
Banga zêdekirina zextên navneteweyî
Di dawiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk, Rêxistina Efûyê Navneteweyî (Amnesty International) û Parlamentoya Ewropayê di van demên dawî de darvekirinên li Îranê şermezar kirine û daxwaz hate kirin ku zextên navneteweyî yên li ser Tehranê bên zêdekirin.













