Nobeta xweza û jiyanê ya li Newala Havaçorê destpê kiriye di roja cejnê de jî berdewam kir.
Nobeta “Xweza û jiyanê” ya di pêşengiya Komeleya Gundê Havaçorê li ya navçeya Pulurê ya Dêrsimê hatiye destpêkirin di 4emîn de, tevî cejnê berdewam kir. Li cihê ku çalakî hatiye domandin pankarta “Em ji bo xwezayên di nobetê de ne, ji bo pêşerojê li ser pêya ne” û “Xweza paşeroj e, ji bo pereyan paşeroja xwe nefiroşe” hatin vekirin.
Rêveberê Navenda Lêkolînan a Dêrsimê (DAM) Sabrî Aslan ê nobetê dewr girtiye, destnîşan kir ku li cihê nobetê piştevanî zêde dibe û anî ziman ku dê bi tevlibûna nobetê ya ji gundên derdorê, nobet mezintir bibe.













