Sê girtiyên Kurd li girtîgehên Kirmanşan û Mihabadê yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.
Binpêkirina mafên girtiyan û darvekirina girtiyan ji aliyê rejîma Îranê ve roj bi roj zêdetir dibe. Hate ragihandin ku sê girtiyên Kurd li girtîgehên Kirmanşan û Mihabadê yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.
Li gor çavkaniyên ragihandina navxweyî ya Rojhilatê Kurdistanê, îro serê sibehê du girtiyên ji Kirmanşanê yên binavê Saman Îbrahîmî û Elî Şehbazî li Girtîgeha Dîzabadî ya Kirmanşanê û girtiyê binavê Ebdulqadir Resûlî jî li Girtîgeha Mihabadê ji aliyê rejîma yekparêz ya Îranê ve hatin darvekirin.
Beriya ku her sê girtî werin darvekirin, rêveberiya girtîgehan ya rejîma Îranê nehiştine girtî bi malbatên xwe re cara dawî hevdîtinê bikin.
Li gor rapora salane ya rewşa mafên mirovan li Îranê, tenê di nava 12 mehên dawî de bi kêmî 2 hezar û 488 kes ku ji wan 63 jin, 2 zarokên di bin temenê 18 saliyê de hatine darvekirin. Pêkanîna darvekirinê yê 13 kesan li pêş girseyê hatiye kirin. Her wiha di nava 12 mehên dawî de cezayê darvekirinê li 130 girtiyên din hatiye birîn.













