Li gorî medyaya Îranê, rêveberiya Tehranê di muzakereyên bi DYAyê re xwest ku 24 milyar dolar fonên hatiye blokekirin serbest bê berdan. Ji bo bidawîkirina şer li ser 14 xalan nîqaş tê kirin.
Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê daxuyand ku muzakerevanên Îranî di çarçoveya hevdîtinên bi DYAyê re daxwaza wan a sereke çareserkirina fonên hatiye blokekirine.
Li gorî nûçeya ajansê ku xwe dispêre çavkaniyek nêzîkî şandeya muzakereyê, Îranê daxwaza serbest berdana 24 milyar dolar fonên hatiye blokekirin dike. Hat diyarkirin ku rêveberiya Tehranê dixwaze ku herî kêm nîvê wê piştî ragihandina protokola peymanê radestî Îranê bê kirin.
Rayedarên payebilind ên Îranî roja 25ê gulanê li paytexta Qeter Dohayê bi DYAyê re rasterast hevdîtin kirin. Di nav şandeyê de sermuzakerevan Mihemed Bakir Qalîbaf, Wezîrê Karên Derve Abbas Eraqçî û Serokê Banka Navendî ya Îranê Abdulnasser Hemmatî hene.
Hat diyarkirin ku Hemmatî bi taybetî ji bo nîqaşkirina berdana fonên blokekirî yên Îranê çûye Dohayê.
Ji ber cezayên DYAyê demek dirêje beşek girîng fonên Îranê yên di bankên biyanî de hatine blokekirin. Tevî ku hejmareke fermî nehatiye eşkerekirin jî, medyaya Îranê îdîa dike ku tevahî fonê ku hatiye blokekririn di navbera 100 û 123 milyar dolarî de ye.
Qeter di 2023yan de peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Îran û DYAyê de rolek navbeynkar lîstibû. Wê demê biryar hatibû dayîn ku 6 milyar dolar ji fonên Îranê yên li Koreya Başûr hatine blokekirin bişînin hesabeke taybet a Qeterê.
Lê piştî Hamasê di 7ê cotmeha 2023yan êrişî Îsralê kir ev fon hatibû rawestandin.
Aliyê Îranî ragihand ku di muzakereyên bi DYAyê re berdewam dike de ji bo şer mayinde bi dawî bibe çarçoveya 14 xalan hatiye qonaxa dawî.
Hat zanîn ku her du alî jî piştî zêdebûna nakokiyan piştî êrîşên hevpar ên DYA-Îsraîlê yên ku di 28ê sibatê de destpê kirin, lêgerîna çareseriya dîplomatîk berdewam dikin.













