Erka Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYAyê Tom Barrack bi dawî bû. Hat zanîn ku dê Barrack ji bo karên cudatir were erkdarkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal daxuyand ku dê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack di erkeke cuda de were peywirdarkirin û wiha got: “Erka sersefîrê me yê Mezin Tom Barack bi dawî bû. Dê Tom Barrack bi ser navê rêveberiya Trump li Iraqê di xebatên cuda de pêşengtiyê bike.
Pesnê monarşiyê dabû
Tom Barrack derbarê Rojhilata Navîn de gelek daxuyaniyên sosret dan û ji ber van daxuyaniyên xwe hate rexnekirin. Tom Barrack di daxuyaniyên xwe de li ser siyaseta li Rojhilata Navîn ya DYAyê de axivîbû wiha gotibû: “Rojhilata Navîn de aştiya domdar li herêmê pir zehmet e. Di gelek deverên herêmê de rêbazên rêveberiyê yên bi ‘serokatiya bihêz’ an ‘monarşiyên xêrxwaz’ ji modelên demokrasiyê bêtir karîger derketine.













