Parêzer û çalakvana mafên mirovan Nesrîn Sotoudeh di demeke ku li Îranê înternet bi qismî tê dayîn de, li ser şert û mercên navendên girtinê yên ku ji hêla Wezareta Îstîxbaratê ve têne rêvebirin, nivîsek parve kir.
Parêzer û çalakvana mafê mirovan Nesrîn Sotoudeh di demên berê de ji ber parastina girtiyên siyasî, dijberiya cezayê darvekirinê, parêzvaniya mafên jinan û nerazîbûna li dijî hîcabên mecbûrî, gelek caran hatiye binçavkirin û zîndankirin. Nesrîn Sotoudeh hûrguliyên binçavkirina xwe ya dawî, şert û mercên li navenda binçavkirinê ya wezareta îstîxbaratê, piştî vegerandina sînorkirî ya gihîştina înternetê li Îranê, li ser hesabê xwe yê fermî ya medyayê dîjîtalê nivîsek parve kir.
Nesrîn Sotoudeh destnîşan kir ku di 1ê Nîsanê efserên îstîxbaratê êrîşî mala wê kirine, wê girtine û birin navendeke ragirtinê ya girêdayî vê wezaretê û van hûrguliyan parve kir: “Dema ez cara yekem ketim navenda ragirtinê, wan dest û lingên min girêdan û ji ber laçika min a mecbûrî li min dan. Di rojên berdewamî de, lingên min şîn bûn û ji ber bandê ku bi devê min ve danîbûn, birîn çêbûn. Şert û mercên navenda ragirtinê nemirovane ne. Xwarina ku dihat dayîn ne xwarin bûn. Lêdan û mikurhatinên bi darê zorê pir bûn û berdana mirovan, girêdayî pêşkêşkirina vîdeoyên îtîrafên bi zorê bû.”
Nesrîn Sotoudeh ku di 23yê gulanê de bi awayeekî demkî hatiye berdan, ragihand ku ew bi saya kesên ku her gav bala wan li ser girtiyên siyasî ne, azadiya xwe bi dest xistiye û spasiya xwe pêşkêş kir û got ku ew bi saya van piştgiriyan niha dikare bi dengekî bilind tiştîn jiyaye û dîtiye vebêje.












