Li navçeya Hezexê di Çemê Dîcleyê de masî bi awayeke komî mirin.
Di nav Çemê Dîcleyê yê ji navçeya Hezexê ya Şirnexê diherike, masî bi awayeke komî mirin. Derbarê sedema mirina masiyan de tu agahî nehat bidestxistin. Sedema mirina masiyan dê piştî lêkolînan derkeve holê.
Hêjayî gotinê ye ku Çemê Dîcleyê ji gelek jîngehan derbas dibe û ji bo herêmê kaniya jiyanê ye. Çem ji bo masî, çûk, û gelek zindiyan jêveneger e. Herwiha Çemê Dîcleyê ji bo çavkaniya jiyanê û ji bo cotkaran û masîvaniyê jî gelek girîng e. Mirina masiyan a di nava çem de ji bo tenduristiya zindî û jingehê gumanan ava dike.













