Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser danûstandinên bi Îranê re axivî û got: “Mercê yekem di danûstandinên Îranê de vekirina Tengava Hurmuzê ye.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, îro li ber Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê li ser şerê Îranê şahidî da û got: “Mercê yekem di danûstandinên Îranê de vekirina Tengava Hurmuzê ye. Vekirina Tengavê tê wateya ku keştî bikaribin bêyî ku werin tacîzkirin an jî neçar bimînin ku xercan bidin, di nav avên navneteweyî re derbas bibin.”
Rubio got, “Ger Îran bixwaze petrola xwe ji nû ve veguhêze, divê ew Tengava Hurmuzê ji nû ve veke. Ger red bike, vebijarkên me yên din hene.”
Rubio wiha domand: “Divê Îran bi zelalî ragihîne ku Tengava Hurmuzê niha vekirî ye. Eger Îran îsrar bike ku Tengava Hurmuzê girtî bimîne, dê DYA dorpêça deryayî li ser benderên wê bidomîne.”
Di dawiyê de Rubio ev tişt anî ziman: “Îran tenê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê dê sivikkirina cezayan wernegire,” ji ber ku “her sivikkirina cezayan dê bi şert be.”













