* Endamê Şaxa OHDa Amedê Riza Polat diyar kir ku serdema herî nêzî çareseriyê ye ev serdem e û wiha got: “Muxatabiya birêz Ocalan, muxatabiya gelê Kurd e. Heke em dixwazin vê serdemê bi awayekî baştir û rêkûpêktir derbas bikin, ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin.”
* Rêvebera ANKA-DERê Emîne Oguz diyar kir ku ew ê di 7ê Hezîranê de li Enqereyê komxebata zimanê Kurdî li dar bixin û wiha got: “Armanca me ya komxebatê statu û mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye. Piştî vê komxebatê di 26-27ê Hezîranê de jî wê weke encama komxebatan li Amedê konferansa Zimanê Kurdî bê lidarxistin.”
* Endama Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê Rojda Nazlier beriya Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Jinan a ku dê di 6 û 7ê Hêzîranê de li Amedê were lidarxistin diyar kir ku li dijî hişmendiya qeyim a ku destkeftiyên jinan hedef girtiye, ew bi paradîgmaya “Şaredariya Civakparêz” amadekariya xeteke nû dikin û wiha got: “Em ê biryarên xwe bi gelê xwe re bigirin û rêya xwe vekin.”
* Li Sêrtê ji ber barana zêde ya îsal pira li ser Çemê Kezerê ya ku rêya 106 gundên Sêrtê di ser re derbas dibe, nêzîkê çar meh in ji metreyekî zêdetir çal bûye û nayê çêkirin. Ev xemsarî xetereyeke mezin bi xwe re tîne û dibe sedema qezayên trafîkê.
* Danişîna doza Nîzamettîn Kalkan ê ku ji aliyê xizmên Tahîr Guven ên AKPî ve hatibû kuştin dê li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê pêk were. (10:30)
* KESK dê ji bo berdana serokên sendîkayan, rojnameger, siyasetmedar, aktivîst û ekolojîstên ku di operasyona 3yê Sibatê ya li dijî ESPê de hatibûn girtin li ber Wezareta Dadê daxuyaniyê bide. (12:00)
* Platforma Şaxan a KESKê ya Şirnexê dê li Meydana Bajêr ji bo dûrxistina ji kar a 4 endamên xwe dest bi nobeta edaletê bike. (17:00-19:00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê qurbaniyên komkujiya 5ê Hezîrana 2015an a mitînga HDPê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê li cihê komkujiyê bi bîr bîne (17:55)
* Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, dê li dijî biryara betalkirina guhertina rêziknameya nafakayê ya AYMê li ber Wezareta Dadê daxuyaniyê bide. (18:30)
Kirmanckî
* Nobeta çadirî ke dewa Xwarike ya Gimgimî de vera JESî ameybî dest pêkerdene, aşmêka xo peyde verdê. Nobedaran nerazîbîyayîşê xo yê vera JES’î îfade kerd û vat heta ke JES nêro betalkerdene tekoşînê înan do dewam bikero.








