• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Li Îzmîrê ji bo Sirri Surreya Onder şahiya firfirokan

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Dayikên Aştiyê: Mafê tu kesî nîn e jinan nemaze jinên kurd bike hedef

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

    Li Wanê qeza: 4 kesan jiyan xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komxebata Kurdî: Têkoşîna civaka demokratik bi statuya Kurdî ve giredayî ye

Enqere / AW

7 HEZÎRAN 2026 - 18:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ku di Komxebata Statuya Zimanê Kurdî û Perwerdehiya bi Zimanê Kurdî de axivî û destnîşan kir ku têkoşîna civaka demokratik rasterast bi statuya Kurdî ve giredayî ye.

Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), li Navenda Bazirganiyê ya Dinyayê Komxebata Statuya Zimanê Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî li dar xist. Komxebat dê bi 4 rûniştinan pêk were û di rûniştinan de dîroknas, zimanzan, siyasetmedar û hiqûqnas dê li ser mafê zimanê Kurdî, astengiyên li pêşya perwerdehiya Kurdî û daxwaza statuya zimanê Kurdî li ser mijarên xwe nirxandinan bike. Gelek kes tevlî komxebatê bûn.

Komxebat bi rûniştina 3emîn ve berdewam kir. Di rûniştina 3emîn de jî bi moderatoriya Emîne Oguz, Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş, Serokê Giştî yê THÎVê Dr. Metîn Bakalci û Sekreterê Giştî yê ÎHDê Osman Îşçî li ser mijarên di mafê mirovahiyê de ziman û perwerdehiya bi Zimanê Kurdî û di xwe nasîn û derûniya zarokan de cihê mafê zimanê dayikê nirxandin û gotûbêj kirin.

‘Mijara ziman di heman demê de mijara rûmeta mirovahiyê ye’

Ewilî Dr. Metîn Bakalci axivî û anî ziman ku li Tirkiyeyê mirov ji ber axaftina Kurdî hatine darizandin û qala serpehatiyên xwe yên li ser qedexeyên li ser zimanê Kurdî û zextên dewletê kir. Dr. Metîn Bakalci diyar kir ku tevî ew Kurdî nizane jî li ser nûçeya rojnameyeke bi hinceta Kurdî axiviyê hatiye darizandin û wiha axivî: “Mijara ziman di heman demê de mijara rûmeta mirovahiyê ye. Hemû nasname girîng in. Bi hev re jiyana van nasmayan jî bi hiqûqê pêkan e.”

‘Zaravayê Kirmançkî di xeterê de ye’

Piştre jî Zulkuf Guneş bi zaravayê Kirmançkî axivî û li ser têkoşîna Egîtîm-Senê ya ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî rawestiya û ev tişt anîn ziman: “Ji ber têkoşîna mafê perwerdehiya Kurdî gelek caran doz li me hat vekirin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî derbarê dozê de Tirkiyeyê mehkûm kir. Weke Egîtîm Senê me di 21ê sibatê de konferanseke navneteweyî li dar xist û li seransarî cihan akademîsyên, aktivîst û kesên eleqadar serpêhatiyên xwe vegotin. Mafê zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovahiyê ye. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê bazarê, di dibistanan de, dadgehê de û hemû qadên jiyanê bê axaftin ku ziman winda nebe. Li gor UNESCOyê zaravayê Kirmançkî di xetereyê de ye. Rahmî Koç li nexweşxaneyekê de gotinên zayendperest û nîjadperest li dijî zimanê Kurdî kir. Zimanê Kurdî di nexweşxaneyan de jî qedexeye û ew jî dibe sedem ku Kurd nekarin li nexweşxaneyan xwe bînin ziman. Ez bi vê mabestê Rahmî Koç û wê hişmendiyê şermezar dikim. Dema zarok nekarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin xwe kêm hîs dikin û ew jî bandoreke neyînî li ser kesayeta mirov dike. Bi komara Tirkiyeyê re li ser pergala yek zimanî hemû zimanên vî welatî hatin qedexekirin. Divê di mekazagonê de mafê perwerdehiya zimanê dayikê bê misogerkirin û Kurdî bibe zimanê fermî. Heta serkeftinê têkoşîna me ya ziman dê berdewam bike.”

‘Zimanê dayikê ne mafek e, pêdiviyek e’

Osman Îşçî jî bi lêv kir ku zimanê dayikê hebûna mirovan e û wiha got: “Astengiya li pêşiya bikaranîna mafê zimanê dayikê binpêkirina mafê mirovan e. Zimanê dayikê ne mafek e, pêdiviyek e. Mafê mirovan rasterast bi zimanê dayikê ve têkildar e. Ji ber ku heke hûn nekarin zimanê xwe yê dayikê bikarbînin an jî ji ber bikaranîna zimanê xwe yê dayikê rastî astengiyan werin nikarin potansiyela xwe pêkbînin. Binpêkirina mafê bikaranîna zimanê dayikê bandor li ser hemû qadên jiyanê dike. Pêvajoya aştiyê ku niha bi rêve diçe divê di çerçoveya mafan de be.”

Piştî axaftinan rûniştin bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Di rûniştina 4emîn de jî bi moderatoriya Dilşad Ozel parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Dîroknas Mehmet Bayrak, Zimanzan Sadik Varli û Hevseroka ANKA-DERê Ferîde Akturan li ser mijara di statuya zimanê Kurdî û perwerdehiya zimanê Kurdî de nêzikatiyên siyasî axivîn.

‘Heke statuya Kurdî pêkneyê çareserî nabe’

Beriya rûniştinê parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek axivî û di serî de êrişa zayendperest û nîjadperest a Rehmî Koç li dijî jinên Kurd rexne kir. Sînan Çîftyurek diyar kir ku ziman ji bo hemû civakan girîng e û got: “Divê em lê binêrin ka çima asîmîlasyona ziman li Bakur di nav çar beşên Kurdistanê de herî zêde belav e. Ji ber ku çareserî di bersiva vê pirsê de ye. Stratejiya dewletê ya derbarê zimanê Kurdî de ev e: dewlet dibêje, ‘Em 20 sal in van polîtîkayan pêk tînin û heke 10 salên din jî bi vî rengî derbas bibin, zimanê Kurdî dê winda bibe.’ Heke statuya zimanê Kurdî pêkneyê pişaftin bi dawî nabe û çareserî pêknayê.”

‘Divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin’

Zimanzan Sadik Varli ku di rûniştinê de axivî jî diyar kir ku 3 astengiyên li pêşiya Kurdî, yasayî, civakî û siyasî ne û wiha got: “Ya siyasî bi yasayê ve girêdayî ye. Lê ev aliyê herî girîng ê civakî ye. Em zimanê xwe naparêzin. Em çiqas bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin, em çiqas li malê, li kolanê diaxivin? 20 kes li cîhekî dicivin, hemû bi Kurdî dizanin, lê dibêjin, ‘Werin em ji bo kesên ku fêm nakin bi Tirkî biaxivin.’ Ev aliyê civakî ye. Em dibin gelekî rêxistinkirî, lê di warê parastina zimanê xwe de hîn jî kêmasî hene. Ji bo parastina zimanê xwe, divê em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û fêr bikin. Divê em gavên qanûnî ji dewletê bidin avetin. Divê em daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bikin. Ji ber ku bêyî rêziknameyên qanûnî, astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî nayên rakirin.”

‘Polîtikayên qeyûm herî zêde bandorê li ser qadên ziman û jinan kir’

Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku qedexeya li ser Kurdî bi siyasetê ve rastrast giredayî ye û wiha axivî: “Ji Lozanê vir ve qedexe û tunehesibandina zimanê Kurdî bi nasnameya Kurd ve rasterast giredayî ye. Îro Kurd nayê tunehesibandin lê hê jî ji aliyê hiqûqî ve mafê Kurdî pêknehatiye. Di mekazagonê de xala 72emîn zimanê dayikê tune dihesibîne. Bi dibistanên YÎBOyê re polîtikayên pişaftinê li dijî Kurdan hatin meşandin. Tirkbûn li ser hemû neteweyan hat ferzkirin. Li Kurdistanê jî bi guherandina navên gundan û qadên Kurdî, Tirkî hat ferzkirin. Pir zimanî ji bo me cihekî esasî ye. Ji bo Kurdî gelek xebat hatin kirin. Di salên dawî de jî bi gelek xebat pêşketine. Bandora qeyûman jî li ser şeredariyan pir e. Polîtikayên qeyûm herî zêde bandorê li ser qadên ziman û jinan kir.”

‘Têkoşîna Kurdî dibe hinceta girtina partiyan’

Newroz Uysal Aslan bal kişand ser têkiliya ziman û siyasetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha hemû partiyên me yên siyasî yên hatine girtin, ji bo perwerdehiya Kurdî têkoşiyan. Partiyên me yên hatin girtin ji ber têkoşîna Kurdî hatin girtin. Di darizandinê de jî têkoşîna Kurdî weke hincet nişan didin û dibêjin hemû neteweyên li Tirkiyeyê Tirk in û têkoşîna me ya Kurdî jî bi parçekirina dewletê ve tê sûcdarkirin. Doza girtina HDPê jî didome. Di sûcdarkirina HDPê de jî xebat û têkoşîna Kurdî jî weke sedema girtinê hatiye binavkirin. Di parlamentoya yekemîn de Kurdî hatiye axaftin. Lê piştî Lozanê û destûra bingehîn a 1924an Kurdî hat qedexekirin. Lê ji sala 1991an şûn ve xebatên Kurdî hemû hatin qedexekirin û Kurdî weke ‘X’ tê binavkirin. Ji bo ku ew yek biguhere weke DEM Partî gelek hewldanên me hene. Di partiyên siyasî de jî ji bilî me partiya EMEPê jî cih da ye zimanê dayikê. Ji DTPê û HDPê vir ve di bin baneya partiya me de komisyona ziman û çandê heye û kar û xebatên Kurdî dike. Ji bilî vê jî Tora Kurdî heye û weke partî em jî di nav de cih digirin.”

‘Têkoşîna civaka demokratîk bi statuya Kurdî ve giredayî ye’

Newroz Uysal Aslan diyar kir ku statuya gelan, çareserî û zimanan bi hev re giredayî ye û ev tişt anîn ziman: “Ji bo statuya Kurdî hewcehî bi guherandina destûra bingehîn heye û cihê wê jî parlamento ye. Ji bo wê jî hewcehî bi têkoşîneke ku zimanê Kurdî bike rojeva sereke heye. Daxwaza statuya Kurdî ji parlamentoyê zêdetir komisyona me bi serîlêdan û nameyên ji UNESCO û qadên navneteweyî re şandin,di nava hewldanên de ne. Her wiha yekitiya neteweyî ji bo statuya Kurdî jî hewcehiyeke bingehîn e. Statuya Kurdî hem beşeke pergala Neteweya Demokratîk e û hem jî çareserî ye. Têkoşîna azadiya gelê me û civaka demokratik rasterast bi statuya Kurdî ve giredayî ye. Di entegrasyona demokratîk de jî ziman xaleke girîng e. Di rapora komisyona meclisê de jî mafê zimanê Kurdî rasterast nehatibû binavkirin. Tenê weke mafên reva hatibû binavkirin. Me jî şerha xwe li ser vê danî. Têkoşîna me ya di parlamentoyê de jî ji bo perwerdehiya Kurdî dê bidome.”

‘Heta em plana Şark-i Islahatê nizanibim em nikarin tunehesibandina Kurd û Kurdî fêm bikin’

Dîroknas Mehmet Bayrak jî bi helbesta Cegerxwîn a li ser Kurdî dest bi axaftina xwe kir û li ser qedexeya Kurdî ya dîrokî rawestiya. Mehmet Bayrak ragihand ku qedexe û tunehesibandina Kurdî ji Lozanê ve destpê dike û wiha axivî: “Piştî peymana Lozanê salek şûn ve rojnameyan dirûşmeyên, ‘Li cihekî Tirk hebe Kurdbûn xilas dibe’ dihatin gotin. Kurdan li dijî tunehesibandina Kurdî gelek serhildan kirin. Divê em dîroka xwe baş bizanin. Heta em plana Şark-i Islahatê nizanibim em nikarin tunehesibandina Kurd û Kurdî fêm bikin. Piştî Lozanê biryar girtin ku Kurdî li hemû qadên jiyanê bê qedexekirin û yên Kurdî diaxivin jî bên cezakirin. Li cihekî dema demokrasî tunebe li wir komar jî hebe ne girîng e. Mafê ziman û çandê pir girîng in. Heta ew maf nebin ew gel nikarin pêşbikevin.”

Ferîde Akturan bi zaravayê Kirmançkî axivî destnîşan kir ku ew perwerdehiya Kurdî dixwazin û wiha got: “Li dijî zimanê me ji avabûna komarê vir ve qedexe berdewam dike. Li dijî qedexeyan divê em li her derê xwedî li zimanê xwe derbikevin û biparêzin.”

Piştî axaftinan komxebat bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: ANKA-DEREnqereKomxebata KurdîStatûya Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

5 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

1 HEZÎRAN 2026

Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

30 GULAN 2026
Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

29 GULAN 2026
Li ber navenda CHPê mîtînga girseyî: Em ê destûrê nedin

Li ber navenda CHPê mîtînga girseyî: Em ê destûrê nedin

22 GULAN 2026
Belgefîlma ‘Her malek dibistanek’ hat pêşandan

Belgefîlma ‘Her malek dibistanek’ hat pêşandan

17 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Zimanê Kurdî dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îradeya jin û civakê divê were naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîra Mezopotamyayê li Amedê civiya: Armanc xuyakirina tiştên veşartî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Narîn Gezgor: Em dê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (190)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne