Stenbol – Bi salan e 12 Hezîranê wekî “Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan” tê zanîn. Lê li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara zarokên karker zêdetir dibe. Li Tirkiyeyê 3 milyon zarokên karker hene ji wan 2 milyon di bin banê MESEM û MTALê yê de dixebitin. Di MESEMan de an mafê zarokan tên binpêkirin an jî ji zarokan re dibe goristan.
Rêxistina Xebatê ya Nevneteweyî (ILO) di sala 2002yan de ji bo balê bikişîne ser xebitandina zarokan, 12ê Hezîranê weke “Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan” ragihand. 12ê Hezîranê tenê weke sembol tê dîtin. Di 12ê Hezîranê de rayedarên dewletê daxuyanî didin û bi peyvên “xweş” dibêjin ew ê li dijî karkeriya zarokan bixebitin. Li li Tirkiyeyê rewş ne weke bi gotinên rayêdaran e. Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara zarokên karker zêde dibe. Îro li Tirkiyeyê zêdetirî 3 milyon zarokên karker hene. Her sal bi dehan zarok di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest didin.
Patron jî weke mamosteyan dersan pûan didin xwendekaran
Bi destê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ya Tirkiyeyê jî “karkariya zarokan” tê sîstematîzekirin. Zarokên xwendekar weke karker li Navenda Perwerdehiyên Pişeyî de (MESEM) û Lîseyên Pişeyî û Teknîk ên Anadoluyê (MTAL) in. Di sala 2016an de MESEM hate sazkirin. Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yûsûf Tekîn di 1ê Mijdara 2025an de gotibû ku “Di sala perwerdehiyê ya 2024- 2025an de di dibistanên pişeyî de milyonek û 536 hezar û 242 xwendekar, di 408 MESEMê de 420 hezar xwendekar hene.” Ev jî tê wê wateyê ku nêzî 2 milyon zarok hem xwendekar in hem jî karker in. Di sala perwerdehiyê ya 2025- 2026an de, 509 hezar û 85 xwendekarên Navendên Perwerdehiyên Pişeyî di 224 hezar û 346 fîrmayan de, 254 hezar û 60 xwendekarên MTALê jî di 111 hezar û 578 fîrmayan de perwerdehiyên pişeyî dibînin. Di nava 2 milyon xwendekarên MESEM û MTALê yê de, ji wan 765 xwendekar wekî “karker” dixebitin. Di MESEMan de patron jî weke mamoste di dersan de pûan didin xwendekaran.
3 milyon zarokên karker hene
Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Kar (ÎSÎG) her meh û her sal raporên xwe yên derbarê hejmara zarokên karker, cinayetên karker û zarokên karker eşkere dike. Li gorî rapora ÎSÎGê li Tirkiyeyê 3 milyon zarokên karker hene. Li gorî îstatîska Rêxistina Hevkariya û Pêşxistina Aborî li Tirkiyeyê 6 milyon û 500 hezar zarok jî dibin rewşa xeterê de dijîn. Li Tirkiyeyê her ku diçe xizanî jî zêde dibe. Sermaye û desthilat hem xizaniyê kurttir dike hem jî xizaniyê ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne. Di MESEM û MTALyê standina “meaşê” û destxistina pişeyê li ser zarok û xwendekaran bandor dike. Di malpera MEBê de li ser MESEMê ev tişt tê gotin “Xwendekarên MESEMê hefteyê rojekî diçin dibistinê û li wir perwerdehiya teorîk dibînin, hefteyê 4 roj jî li îşletmeyan perwerdehiya pratîk dibînin. Xwendekar hem tên sîgorta kirin hem jî meaşê çiraxî dest dixin.” Ev 4 salê lîseyê wisa berdewam dike. Îro li Tirkiyeyê mûçeya herî kêmtirin 28 hezar û 75 TL ye. Xwendekarên MESEMê yên ku polen 9. 10. 11 wekî çirax tên pênasekirin û meaşên wan 8 hezar 422 TL, pola 12emîn jî wekî kalfa tên dîtin û meaşên wan jî 14 hezar 37 TL ye. Di ser kêmbûna meaşan de jî parastina rayêdaran ev e “ev mûçeya herî kêmtir in e, fîrmayên ku dixwazin zêde bibin dikarin bidin.”
Zarok li MESEMan 10-12 saet dixebitin
Îro nêzî 2 milyon xwendekarên MESEM û MTALê heye. Ji sedî 53,6 xwendekarên MESEMê diyar dikin “Li cihê xebatê tundiyên fizîkî û psîkolojîk li me tê kirin.” Li gorî MEBê zarok 8 saet dixebitin. Lê karkeran zarok diyar dikin ku ew li MESEMan 10-12 saet dixebitin û tenê ji sedî 14,7 zarokên karker dikarin heqê measiyê distînin. Di MESEMê de mafê bêhndanê yên zarokan tune ye, li qada kar tu tedbîrên ewlehiyê nayên girtin. Zarok weke ku pişeyek hîn bibin diçin kar lê li cihê kar karên “paqijkirina pêjgeh û tuvaletê” dikin. Di MESEMê de zarokên penaber jî tên xebitandin. Li gorî peymana Netewên Yekbûyî yên li ser zarokên karker hatiye amadekirin divê tevahî mafê zarokan werin parastin. Divê zarokên ku 15 salî di tu karan de nexebitin, zarokên di navbera 15-18 salî de jî divê di karên giran de nexebitin. Tirkiyê jî di sala 1995an de ev pêyman îmze kiriye. Lê di MESEM û MTALyê de ev peyman tê paşguhkirin.
18 zarok li MESEMan di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
Ji sala 2023yan heta sala 2025an 18 zarok li MESEMan di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2025an de 6 zarok li MESEMan jiyana xwe ji dest dane. Hejmara qezayan jî nehatiye diyarkirin. Sedema vê jî patron dema qezayên kar pêk tê zarokan naşîne nexweşxaneyan. Tedawiyên zarokan li MESEMan dîsa ji aliyê zarokên ku wekî wan karker in ve tên kirin. Wekî din gelek zarokên penaber li MESEMan jiyana xwe ji dest didin. Lê hejmara zarokên penaber ên jiyana xwe ji dest dane nayê eşkerekirin.
4 mehan de 17 zarok jiyana xwe ji dest dan
Li gorî raporên Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Kar (ÎSÎG) di 4 mehên ewil ên sala 2026an de 17 zarok di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di meha Çileyê de 4 zarok, di meha Adarê de 8 zarok, di meha Nîsanê de jî 5 zarok bi giştî jî di sala 2026an de 17 zarok di cinayêtên kar de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Wezareta Ewlehiya Xebat û Civakî ya Tirkiyeyê her sal 13-14 zarokên karker jiyana xwe ji dest didin. Piştî sala 2013an ÎSÎG dest bi parvekirina raporên mirina zarokên karker kir û her sal hejmara zarokên ku dema li ser kar jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. Li gorî raporên ÎSÎGê her sal 63-64 zarok di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Di navbera salên 2013 û 2026an de 852 zarok di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.









