Piştî êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê, qada hewayî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji bo 72 saetan ji seferên balariran re hat girtin.
Otorîteya Hewakariya Sivîl a Iraqê ragihand ku ji ber êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê qada hewayî ya Iraqê ji bo 72 saetan ji seferan re hatiye girtin û hat gotin ku qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê jî dikeve ber biryarê.
Di daxuyaniya Otorîteya Hewakariya Sivîl a Iraqê de hat diyarkirin ku biryar ji bo parastina ewlehiya jiyanê ya rêwiyan û pêşîgirtina li rewşeke neyînî hatiye wergirtin.
Ji aliyê din ve Rêveberê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar da zanîn ku hemû seferên ji balafirgehê bêne kirin bi rengekî demkî hatine rawestandin.
Îranê jî qada xwe ya hewayî girt
Her wiha li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Tasnimê rayedarên Îranê jî rêwîtiya di ser Îranê re bi sînor kirine û hat ragihandin ku piştî nirxandina ewlekariyê ‘Seferên hewayî yên ji aliyê rojava yê welêt têne kirin heta daxuyaniyeke din hatine rawestandin.’













