Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş û siyasetmedar Ayşe Surucu, derbarê gotinên zayendperest û nijadperest ên karsaz Rahmî Koç ên li ser jinên Kurd de destnîşan kirin ku bi hêza jinan a rêxistinkirî dê vê feraseta nijadperest li van xakan têk bibin û bang li hemû jinan kir ku li dijî vê ferasetê têkoşînê li kolanan mezin bikin.
Bertekên li dijî gotinên karsaz Rahmî Koç ên derbarê jinên Kurd de her ku diçe gurtir û berfirehtir dibin. Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û siyasetmedar Ayşe Surucu, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.
Siyasetmedarên jin destnîşan kirin ku ev zihniyet, mîna zihniyeta Epstein a li Amerîkayê derket holê û li dinyayê belav bûye.
‘Rahmî Koç bila li lehengî û têkoşîna jinên Kurd binêre, pişt re biaxive’
Hevşaredar Sofya Alagaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kûrahiya êrîşê û pirsgirêkên ku jinên Kurd di qada tenduristiyê de ji ber polîtîkayên pergalê dijîn û wiha got: “Axaftina Rahmî Koç, bi taybetî li ser jinên Kurd êrîşeke zayendperestî û nijadperestiyê ye û her wiha êrîşeke rasterast a li ser bedena jinan e. Di qada tenduristiyê de jinên Kurd çi pirsgirêkan dijîn? Xizmeta bêyî zimanê zikmakî pişkeke mezin e; xizmeta tenê bi yek zimanî pirsgirêkên çawa yên giran derdixe holê? Ew hemû bi serê xwe pirsgirêkên mezin in. Lê belê Rahmî Koç, berî ku van pirsgirêkên kûr bifikire, li ser nijadperestiyê û li ser bedena jinan difikire; van tiştan weke pêkenokekê di nava derdora xwe de dibêje. Ev bi rastî jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Kesên ku jina Kurd nas dikin, dizanin jina Kurd bi lehengî û têkoşîna xwe dîrokeke çawa ya bi rûmet ava kiriye. Bi rastî jî Rahmi Koç, berî ku van pêkenokên qirêj bêje, bila li lehengî û têkoşîna jinên Kurd binêre, pişt re biaxive.”
‘Lêborîna ku xwest, ji gotina wî bixwe xerabtir bû’

Sofya Alagaş, Rahmî Koç bi tundî rexne kir û nêzîkatiya durû ya li hemberî nasnameya Kurd wiha anî ziman: “Piştî bertekan lêborînek xwest, lê ew lêborîn jî ji gotina wî ya yekem xerabtir bû. Di lêborîna xwe de dibêje ‘min tu komeke etnikî hedef negirtiye’. Di wê derê de tu dikarî bêjî jinên Kurd, lê gava dor tê lêborînê, tu nikarî bêjî ‘min jineke Kurd hedef negirtiye’. Ango gava ku jinên Kurd hedef bên girtin, gava zayendperestî bên kirin hûn dikarin navê Kurd bêjin, lê dema lêborîn be hûn nikarin navê Kurd bînin ziman, nikarin bêjin jinên Kurd. Ji ber wê yekê, bi rastî jî ew lêborîn ji gotina wî bi xwe xerabtir bû û bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
‘Gotin ne gotina kesekî ye gotina pergalê ye’
Di berdewama axaftina xwe Sofya Alagaş destnîşan kir ku ev yek parçeyekî ji polîtîkaya dewletê ye û têkiliya sermayeyê û desthilatdariyê wiha şîrove kir: “Ev ne tenê zihniyeta Rahmî Koç e. Ew zihniyet, zihniyeta sîstemê bi xwe ye. Mirov di şexsê Rahmî Koç de dibîne ku sîstem û ew pergal çawa nêzîkî Kurdan û bi taybetî jî nêzîkî jinên Kurd dibe. Dixwaze jinên Kurd bixe bin destê xwe, her qirêjiyê li ser bileyîze. Lê belê ew dibînin ku jinên Kurd pergalekê, hişmendiyekê ava dikin lê van pêşketinan nabînin. Naxwazin bibînin ji ber ku ew qas nijadperest in. Mesele, piştî van gotinan MHP xwedî li Rahmî Koç derket. Ew xwedîderketin jî ya herî xerabe ye. Bi rastî jî mirov li ser vê gotina qirêj tu kesî naparêze lê pergal hevdu diparêze. Rahmî Koç wekî şexs û bi kesekî ew gotin negotiye; ew gotinên pergalê bi xwe ne. Pergal çi be Rahmî Koç jî ew e, Rahmî Koç çi be pergal jî ew e. Ji ber ku hevdu diparêzin, têkoşîna jinên Kurd jî rasterast li hemberî vê hişmendiyê ye, li hemberî vê pergalê ye û li hemberî zihniyeta netewperest e.”
‘Çi ferqa wê gotinê û zîhniyeta Epstein a li Amerîkayê tune ye’
Sofya Alagaş anî ziman ku tehamula wan li jinên Kurd nîn e û wiha pê de çû: “Ji ber ku tehamûla wan ji bo vê yekê tune ye; dibêjin ‘jineke Kurd çawa dikare ew qas pêş bikeve, çawa dikare li ber xwe bide?’ Ji bo ku biçûk bixin, bi van pêkenokan, bi ziman û devê xwe yê qirêj di nava derdora xwe de dibêjin. Lê ew bi xwe ew qas qirêj in, ew qas biçûk in dikarin êrişî kesayeta jinekê bikin. Kesayeta wan qirêj e, zîhniyeta wan qirêj e, hebûna wan qirêj e. Ji ber ku dewlemend in, pergal di ser milê van re bi rê ve diçe. Ev zihniyet, mîna zihniyeta Epstein a li Amerîkayê derket holê ye. Çi ferqa wê gotina Rahmî Koç û van pratîkên qirêj ji hev tune ye.”
‘Jinên Kurd dê hesabê ji vê pergalê bipirsin’
Hevşaredar Sofya Alagaş, di dawiya axaftina banga bilindkirina berxwedanê kir û wiha got: “Jinên Kurd teqez vê yekê qebûl nakin û ji bîr jî nakin. Dibe ku niha bi vî rengî rasterast di pratîkê de nebe, lê belê hinek rêxistinên jinan derbarê vî kesî de ji bo ku lêpirsîn bê destpêkirin serlêdanên hiqûqî kirin. Di milê hiqûqî de dixwazin hesab bipirsin. Lê belê li aliyê din, hesabpirsîna me ya esasî dê bi têkoşîna me bi xwe be. Em ê bi pergala jinan, bi hişmendiya jinan û bi avakirina hişmendî û pergala jinan a azad hesaba vê bipirsin. Tu kes nikare bi vî awayî nêzîkî jinên Kurd bibe; jinên Kurd dê hesabê ji vê pergalê bipirsin. Ji ber wê yekê jî divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji ber ku ev mesele ne meseleya kesekî mîna Rahmî Koç e, mesele hişmendiya pergalê ye. Ji ber vê yekê jî, wê têkoşîna jinên Kurd li dijî vê pergalê bi tevahî û bê rawestan berdewam bike.”
‘Ji ber dizanin jinên Kurd pêşengiya azadiyê dikin jinên Kurd kirine hedef’

Siyasetmedar Ayşe Surucu jî destnîşan kir ku hişmendiya serdest a zilam xwe li pişt nasnameya sermayeyê vedişêre û êrîşî nirxên jinan dike.
Ayse Surucu nêzîkatî û berteka xwe ya li dijî van axaftinan wiha anî ziman: “Axaftina ku ji aliyê Rahmî Koç ve hatiye kirin, hişmendiya zilam a nijadperest û zayendperest pir zelal û rût derxist holê. Em wekî jin van gotinên qirêj bi tundî û bi her awayî şermezar dikin. Mafê tu kesî tune ye, bila dewlemendê herî mezin ê Tirkiyeyê be jî, ev aborî yan jî ev sermaye mafê êrîşê nade wî ku êrîşî jinên Kurd an jî jinên din bike. Heke îro li hemberî vê yekê bêdengî hebe, ew ê sibe pergal êrîşî jinên din jî bike. Jinên Kurd kirin hedef, ji ber ku dizanin jinên Kurd pêşengiya azadiyê û rêxistinbûna civakî dikin.”
‘Em ê vê feraseta nijadperest û zayendperest li van xakan têk bibin’
Ayşe Surucu li dijî vê feraseta yekperest bang li hemû jinan kir ku têkoşînê li kolanan mezin bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî jinên Kurd vê feraseta qirêj, paşverû û feodal bi tu awayî qebûl nakin. Li qadan, li kolanan û li her deverê jiyanê, em ê li ber xwe bidin û li dijî vê hişmendiya serdest dengê xwe bilind bikin. Em bi wê baweriyê ne ku bi hêza jinan a rêxistinkirî û bi hevgirtina jinan a navneteweyî, em ê vê feraseta nijadperest û zayendperest li van xakan têk bibin.”













