Rêveberiya CHPê daxwaza Kemal Kiliçdaroglu ya komcivînê red kir. Her wiha Kemal Kiliçdaroglu ji bo komcivînê serî li Serokatiya Meclîsê jî dabû û Serokatiya Meclîsê hê jî biryar nedaye.
Rêveberiya Koma CHPê daxwaza komcivînê ya Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara “Batalkirina teqez” weke Serokê Giştî yê CHPê hatibû tayînkirin, red kir. Kemal Kiliçdaroglu di heman demê de ji bo komcivînê serî li Serokatiya Meclîsê dabû û Serokatiya Meclîsê dê çi biryar bide hê ne diyar e. Parlamenterê CHPê Huseyîn Yildiz ji bo komcivînê serî li amirtiya CHPê dabû. Rêveberiya Koma CHPê ew daxwaz red kir.
Her wiha Ozgur Ozel jî îro ragihand ku ew ê sibê komcivîna partiyê li dar bixe.













