• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ayşe Gokkan: Hêzdariya aştiyê ewlehiya hemû zindiyan e

    Vakfa Paul Grunînger: Ayşe Gokkan serbest berdin

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    Tirkiye bi yekzimanî, 113 welat jî bi pirzimanî perwerde dikin

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ayşe Gokkan: Hêzdariya aştiyê ewlehiya hemû zindiyan e

    Vakfa Paul Grunînger: Ayşe Gokkan serbest berdin

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    Tirkiye bi yekzimanî, 113 welat jî bi pirzimanî perwerde dikin

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 09ê ÎLONA 2025an

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Li Kîelê doza ciwanê kurd destpê dike

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn 

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

    Saziyên Ziman û Egîtîm-Sen: Mafê perwerdeyê ne mijara nîqaşan e!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Pêwîstî bi azadiya birêz Ocalan heye’

Sêrt / AW

3 SIBAT 2025 - 16:32
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Sêrtê di civîna gel de axivî û destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de gava herî girîng azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya çalakiyên “Aştiya Civakî û Azadiyê” de li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi gel re civînan li dar dixin. Di vê çarçoveyê de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar bi gel re civîn hat lidarxistin. Gelek kes tev li civînê bûn. Destpêkê Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn axivî û bal kişand ser hevdîtinên têkildarî pirsgirêka Kurd û ji bo mitînga 8ê Sibatê ya li Amedê bê lidarxistin banga beşdariyê kir.

‘Sed sal in neheqî û zilm li Kurd û gelan tê kirin’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di civînê de axivî û ewil bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Sêrtê da. Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: “Ev sed sal in gelê Kurd mîna gelên din wekhev najî. Li hemû gelan neheqî hatin kirin. Lê gelê Kurd bi polîtîkayên zilmê re rû bi rû ma û neheqiyek mezin hat kirin. Sedsala Tirkiyeyê kirin qurbaniyê yekperestiya dewletê. Lê tu xêra wê ji bo gelên Tirkiyeyê nebû. Em niha li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd in ku ev sed sal in tune tê hesibandin. Pêvajoya ku bi silavdayîna Devlet Bahçelî dest pê kir, bi çûna Îmraliyê re derbasî qonaxeke nû bû.”

‘Gava girîng azadiya birêz Ocalan e’

Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hê jî di girtîgehê de ye û got: “Ji bo serdema nû veguhere pêvajoyekê, gava herî girîng ew e ku birêz Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê derkeve, azad bibe û çareseriya pirsgirêkê bi partî, rêxistin û gelê xwe re nîqaş bike. Çima tenê li bendê ne ku birêz Ocalan gav biavêje? Dewleta ku îdia dike aqilek daniye holê çima gavan naavêje? Li Meclisê israrek heye. Di nîqaşên pêvajoya 2013-2015an de muxalîfên siyasî nehatibûn daxilkirin. Lê niha divê hemû partî beşdarî vê pêvajoyê bên kirin û nexşerêyek hebe. Lê belê li tu cihekî nîqaşeke wiha tune ye. Em qala nîqaşeke ku bi qurbanî tu îktîdaran divê neyê kirin, dikin. Em dikevin sedsaleke nû û ji bo berpirsyartiyan li xwe bigirin hatine gel hev.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: Abdullah OcalanAştî û AzadîÇîgdem Kilikgun Uçarcivîna gelDBPpirsgirêka kurd
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Aysegul Dogan: DEM Partî dê biçe Îmraliyê| NÛÇEYA LEZGÎN

Aysegul Dogan: DEM Partî dê biçe Îmraliyê| NÛÇEYA LEZGÎN

9 ÎLON 2025
Bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan

Bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan

7 ÎLON 2025
Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

Li Enqereyê panela ‘Aştî û Demokrasiyê’

6 ÎLON 2025
Profesora Amerîkî: Banga Abdullah Ocalan bandor li min kir

Profesora Amerîkî: Banga Abdullah Ocalan bandor li min kir

5 ÎLON 2025
Hevserokê HDPê Kirkazak: Divê Bahçelî ewilî soza xwe bicih bîne

Hevserokê HDPê Kirkazak: Divê Bahçelî ewilî soza xwe bicih bîne

5 ÎLON 2025
Xerîb Hiso: Li aliyekî gefxwarin û li aliyekî jî aştî nabe

Xerîb Hiso: Li aliyekî gefxwarin û li aliyekî jî aştî nabe

4 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (151)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne