* Çemê Nerdûşê ku ji bin Çiyayê Cûdî diherike û yek jî çavkaniya avê ya welatiyên herême yê ji ber av û gemara kanên komirê qirêj dibe û diherike. Ji ber qirêjbûna çem, masî êdî di çem de nemane û ji bo welatiyên herêmê jî dibe sedema pirsgirêka avê.
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de binirxîne. (12.30)
* DEM Parti û DBP dê di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Azadiyê de” civînên xwe yên bi gel re berdewam bikin.