Dijî Terora Kurdistanê ragihand ku bi du dronên bombebarkirî êrişî depoyek ya dexlûdan ya li bajarokê Qûştepe hate kirin û ziyaneke mezin a madî çêbû.
Dijî Terora Kurdistanê têkildarî êrişa bi dronên bombebarkirî li ser depoyek ya dexlûdan ya li bajarokê Qûştebe yê Hewlêrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro bi rêya du dronên bombebarkirî yên ji cûrê (Hadid 110) êrişî depoyek ya dexlûdan ya li bajarokê Qûştepe hate kirin û ziyaneke mezin ya madî çêbû.
Her wiha têkildarî ziyana êrişê wiha hate gotin; “Di encama êrişê de ziyaneke mezin a madî çêbûye lê tu ziyanên canî çênebûne. Em bi tundî vê êrişa terorîstî ku warên sivîlan kiriye armanc şermezar dikin.”













