Navenda Nûçeyan – Hevsengiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bi lezeke mezin diguherin û her daxuyaniyeke nû nexşeyeke nû ya polîtîk xêz dike. Hevpeyvîna herî dawî ya Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş rê li ber nîqaşan vekir. Erkan Baş diyar kir ku ew ê di hilbijartina serokkomariyê de piştgiriya namzedekî ku bi zimanê wî yê zikmakî Kurdî ye nekin. Ev helwesta ku di serî de weke rûdaneke sosret hat dîtin, gava di hundirê konteksa siyasî ya îro de bê nirxandin, paşxaneyeke gelekî kûr û stratejîk derdixe pêş.
Ji bo fêmkirina vê zivirîna TÎPê, divê mirov berê xwe bide nav mala CHPê ya ku di nav aloziyê de ye. Biryarên dadgehê yên li ser tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên CHPê û li ser vê yekê veger û destwerdana serokê berê Kemal Kiliçdaroglû ya li ser CHPê krîzeke kûr di nav partiyê de çêkir. Gotegotên îxraçkirina girseyî û şerê desthilatdariyê yê di navbera aliyên CHPê de, dilê dengdêrên vê partiyê sar kir û hişê wan tevlihev kir. Ev bêserûberî û dubendiya ku di nav tabana CHPê de çêbûye, ji bo partiyên din wekî qadeke nû ya nêçîra dengan xuya dike.
Bi xêra DEM Partiyê ket parlamentoyê
TÎP bi eşkereyî dixwaze ji vê aloziya nav CHPê sûdê werbigire. Ev partiya ku di hilbijartina bihûrî ya sala 2023yan de di nav lîsteyên HDP û DEM Partiyê de cih girtibû û bi vî rengî kursiyên parlamenê bi dest xistibû, niha stratejiyeke radîkal dide pêşiya xwe. TÎP ji bo ku xwe nêzî girseya Kemalîst û neteweperest a CHPê bike, zimanê xwe guhertiye. Ew niha bi zimanekî wiha diaxive ku kodên neteweperest ên avakirina komarê di nav xwe de dihewîne. Ev helwest tê wê wateyê ku TÎPê ji bo berjewendiyên polîtîk û nêzîkbûna girseya Tirk a neteweperest, pişta xwe daye bîrdoziya xwe ya pêbawer û dengdêrên Kurd.
TÎP dixwaze bi kodên berê nêzî Kurdan bibe
Nîşaneyên vê polîtîkaya nû tenê bi daxuyaniya Erkan Baş re sînordar nîn in. Çend roj berê parlamenterê TÎPê Ahmet Şik jî di qanaleke medyaya dîjîtal de bi gotinên xwe DEM Partî kiribû hedef. Ev nîşan dide ku TÎPê rêyeke nû ya mezinbûnê ji xwe re hilbijartî ye. Ji bo ku di çavê girseyên neteweperest de rûmeta xwe ava bike û xwe weke “partiyeke neteweyî” îspat bike, dê di demên pêş de hîn zêdetir zimanê xwe li hemberî siyaseta Kurd tûj bike û di çarçoveya ezberên kevn ên pergalê de nêzîkî Kurdan bibe.
TÎPê çavê xwe berdaye tabana CHPê
Ev stratejiya TÎPê ya ku xwe dispêre nêçîra tabana CHPê, rîsk û nakokiyên mezin di nav xwe de dihewîne. Di vê xalê de, helwesta Kurdên Elewî yên ku di nav TÎPê de cih digirin an jî piştgiriya vê partiyê dikin, dibe mijareke girîng. Gelo ev girseya ku bi salan e ji ber polîtîkayên neteweperestiyê dê li hemberî vê manevraya TÎPê ya ber bi kodên komarê yên klasîk ve çi bike. Pêvajoya di pêş me dê nîşan bide ka ev pragmatîzma TÎPê de feydeyê bide wan an dê bibe sedema qutbûneke dîrokî ji bingeha wan a çep û azadîxwaz.













