Wan – Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di 5 mehên ewil yên sala 2026an de 118 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û mirina bi dehan jinan jî weke “mirina bi guman” hatine qeydkirin. Aktivîsta TJAyê Aynûr Sarica derbarê tundiya li ser jinan de axivî û diyar kir ku divê jin ji bo parastina xwe li her derî komunên xwe ava bikin.
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tundî û kuştina li ser jinan sal bi sal zêdetir dibe û bîlançoya tundiyê girantir dibe. Li gorî raporên mafên mirovan û daneyên rêxistinên jinan ên wekî Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP), li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di 5 mehên ewil yên sala 2026an de herî kêm 118 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Di heman demê de mirina bi dehan jinan jî wekî “mirina bi guman” hatine tomarkirin.
Di 5 mehên ewil yên sala 2025an de jî 113 jin hatibûn kuştin û ev yek nîşan dide ku ji aliyê tundiya li ser jinan ve tiştek neguheriye. Li gorî daneyan, di nav her du salan de bajarên mezin ên mîna Stenbol, Îzmir, Enqere û Antalyayê di serî de ne; li bajarên Kurdistanê yên weke Amed, Dîlok, Mêrdîn û Wanê jî hejmarek zêde jin hatine kuştin û tundî çêbûye.
Li gorî raporan di meha Çileyê de 22 jin, di meha Sibatê de 23 jin, di meha Adarê de 31 jin, di meha Nîsanê de 26 jin û di meha Gulanê de jî 16 jin hatine kuştin.
‘Faktorek jî xizanî ye’
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica derbarê mijarê axivî û diyar kir ku modernîteya kapîtalîst li gorî xwe hişmendiyek ava kiriye û ev kuştin, destdirêjî û tundiya li ser jinan tên kirin encama vê yekê ye. Aynûr Sarica destnîşan kir ku mînakên kuştin, destdirêjî, tecawuz hwd. gelek in û wiha got: “Her wiha her roj mînakî nû derdikeve holê. Li ser van mînakan gelek faktor hene û tevî hişmendiya mêran yek ji van faktoran xizanî ye. Ev krîza aborî ku di nava civakê de her roj belav dibe, derûniyê xera dike û ev yek jî tundiya li ser jinan zêde dike.”

‘Divê jin birêxistin bin’
Aynûr Sarica destnîşan kir ku jin vê tundiyê qebûl nakin û xwe rêxistin dikin. Aynûr Sarica da zanîn ku hişmendiya hatiye avakirin serhildana li dijî xwe qebûl nake û ev yek anî ziman: “Hem ji bo hişmendiya xwe, hem ji bo desthilata xwe û hem jî ji bo hişmendiya netewedewletan tundiyê dikin. Mixabin hem li erdnîgariya me hem jî li cîhanê kuştina jinan her ku diçe zêdetir dibe. Ji bo jiyaneke exlaqî û polîtîk divê jiyaneke demokratîk, wekhevîxwaz û azadiya jinan, zarok, xwezayê têde heye bê avakirin. Di hişmendiya ku di dîrokê de bi destê mêran hatiye avakirin de jin tune ye û ji bo jin xwebûna xwe bide qebûlkirin divê xwe birêxistin bike.”
‘Kujer dewletê ji bo xwe pişt dibîne’
Aynûr Sarica di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên netewe-dewletê yên li ser kujerên jinan û da zanîn ku gelek cînayet weke xwekuştin tên binavkirin. Aynûr Sarica da zanîn ku heke kuştineke teqez hebe, kujer taximekî li xwe dike, qrawatekê girê dide û dadgeh cezayê wî kêm dike. Aynûr Sarica wiha domand: “Kujer dibêje ‘ez ê bikim, tiştek bi min nayê’ û wisa cesaretê digire. Dewletê ji bo xwe pişt dibîne. Lewma em dibêjin ku divê Peymana Stenbolê û Peymana 6284an divê bê parastin. Divê pêşiya van peymanan neyê girtin. Lê dewlet çi dike, van peymanan betal dike. Em weke TJAyê li dijî vê polîtîkayê li her derî xwe rêxistin dikin û xebatan bi rê ve dibin.”
‘Dewlet me naparêze’
Aynûr Sarica bi bîr xist ku çend meh beriya niha zilamek ku bi pakêta darazê ya 11emîn hatibû berdan hevjîna xwe qetil kir. Aynûr Sarica da zanîn ku 21 dosyeyên sûc ên vî zilamî hebûn e û wiha got: “Vî zilamî hevjîna xwe li pêş çavê zarokên wê kuşt. Tevî hemû gilî û agahdarkirina polîsan jî tiştek neguherî. Ev yek jî nîşan dide ku em nikarin pişta xwe bidin dewletê. Dewlet û polîs me naparêzin. Tişta ku wê me biparêze komun e, kombun e. Divê jin li her kolanê, her taxê jiyana komunal ava bikin û ji bo jiyaneke azad, hevpar û demokratîk xwe rêxistin bikin.”
‘Divê jin komunên xwe ava bikin’
Aynûr Sarica da zanîn ku her çend bajar, cîh û erdnîgarî biguhere û nav bên guhertin jî, bûyer yek in û kujer jî yek in û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Lê belê, divê rêxistinbûn ne şexsî be. Ji ber ku şexsîbûn dibe sedema dûrxistina ji civakê. Divê rêxistinbûn xwe hem ji modernîteya kapîtalîst, hem jî ji ya netewe-dewletê dûr bixe. Bi vî awayî, civak dikare bibe yek, ronahiyê bide derdora xwe, komunên xwe ava bike û xweparastina xwe pêk bîne. Rizgarî û azadiya jinan wê bi vê rêbazê pêkan bibe. Mixabin pergala heyî jinan qebûl nake; her wekî din eger qebûl bikira, ev çend kuştinên jinan û ev çend îstîsmara zarokan çênedibûn. Wextê ev çênebe, mijarên nîqaşên me û xebatên me dê cudatir bûna. Lê mixabin, ev rewş bi şênberî nîşanî me dide ku hişmendiya netewe-dewletê ne tiştekî rast e. Di vê xalê de, divê jin li her deverê ji bo jiyaneke azad û demokratîk, komunên xwe yên xweparastinê ava bikin û têkiliyên xwe xurt bikin.”













