Amed – Zafer Sari yê ji gundê Bîrikê yê navçeya Bismilê ye ku di salên 90î de ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin û valakirin wiha got: “Her çiqas tade û neheqî li me hatibe kirin jî em dixwazin aştî pêk were û dîsa vegerin gundê xwe.”
Di salên 90î de li bakurê Kurdistanê bi hezaran gund hatin vala kirin û şewitandin. Gundê Bîrikê yê girêdayî navçeya Bismilê ya Amedê jî yek ji van gundên ku di salên 90î de bi hinceta alîkariya rêxistinê kiriye hatiye şewitandin û valakirin. Piştî 30 salan şêniyên gund êdî dixwazin vegerin ser axa xwe û çand, ziman û kevneşopiya xwe bidin jiyîn. Zafer Sari ku ji gundê Bîrikê ye dema zarok bûye gundê wî hatiye valakirin û bi malbata xwe re derbasî Bismilê bûne. Zafer Sari dema li gundê xwe digere dibistana ku lê xwendiye dibîne û behsa salên 90î dike, êrişên li ser gund û politikaya nîjad perest ya ku li dibistanan li ser wan hatiye meşandin ji bîra wî naçe, lê her çiqas ev zext û zordarî li ser wan hatiye kirin jî Zafer Sari ji axaftina xwe aştiyê kêm nake û ew jî weke her kesî dixwaze vegere gundê xwe û zarokatiya xwe.
‘Ji ber ku fêrî zimanê Tirkî bî te lêdan dixwar’
Zafer Sari dema behsa zarokatiya xwe dike dibêje ji bo ku fêrî zimanê Tirkî bibin rastî tundiya mamosteya tên û vê yekê jî weke polîtikayên salên 90î û sedema valakirina gundan dide ber çavan û wiha dibêje: “Ji ber ku dê û bavê me bi Kurdî diaxivîn, em jî bi Kurdî difikirîn û bi Kurdî diaxivîn. Dema ku em dihatin dibistanê, ji ber ku me nikarîbû fikrên xwe bînin ser ziman mamosteyên me li şagirtan didan û digotin hûn ê fêrî Tirkî bibin. Lê çawa bi zimanê Tirkî ku perwerde tê de didin, zimanê Kurdî jî yê dayikê ye divê em jî bi zimanê xwe perwerdeya xwe bibînin. Zimanê me ne mirî ye, tu kesî bi zimanê xwe zirar nedîtiye, lêdan nexwariye, ji ber ku em fêrî zimanê Tirkî bibin me lêdan xwariye. Ew astengî li ser me her tim hebûn. Zivistanê her sibe em radibûn, ji me re digotin ‘Ez Tirk im, rast im, jêhatî me’. Lê em Kurd bûn, me nizanibû Tirkî çi ye, me nikaribû xwe îfade bikira. Ew tundî û êrişa li ser me, ji berê ve hebû, kurtefîlm li ser me çêkirin. Wekî şagirt, wekî zarokekî di wê dibistanê de, ji bo ku tu fêrî zimanê Tirkî bî, tê lêdan dixwar.”

‘Ev ax axa me ye, em dîsa dixwazin vegerin gundê xwe’
Zafer Sari diyar kir ku dema ku gund hatin valakirin û şewitandin ew 6-7 salî bûye û ev yek anî ziman: “Li wî gundî du bûyer çêbûn, sala 90-91an. Em bi eslê xwe Botî ne, ji Cizîra Botan, Gabarê ne. Yanî bav û pîrên me ji wê derê hatine vê derê. Di nava gund de gelek kes hatin kuştin û bê mezel man. Lê dîsa em neçûn, em li ser axa xwe man, heta roja îro. Ev ax axa me ye, em dîsa dixwazin vegerin gundê xwe. Her çiqas tade û neheqî li me hatibe kirin jî em dixwazin li vî welatî aştî çêbibe. Êdî her kes bi zimanê xwe biaxive, bi zimanê xwe biçe dibistanê, bi çanda xwe, bi hunera xwe biaxive. Li vî gundî gelek kes hebûn, ew çanda ku pîroz, bi hunera xwe, bi stranên xwe, bi dîroka xwe e li van dera cih girtibû. Em dixwazin vegerin gundê xwe. Êdî bila koçberkirin, koçberî û kuştin neqewimin. Em jî mirov in û li ser vê axê her tişt heye, axa bav û kalan e mîrat e ye bo me. Ev ax axa me ye, em dîsa dixwazin vegerin gundê xwe.”


















