Îzmîr- Dayika Aşitiyê Peyrûze Kurt a du zarokên wê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, li dijî polîtîkayên şer daxwaza xwe ya aştiyê dubare kir û wiha got: “Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, wan tenê azadî û wekhevî xwest. Bi gotinan pêvajoyê pûç nekin, gavan biavêjin.”
Di navbera lûtkeyên sar ên Metînayê û kolanên birîndar ên Geverê de, erdnîgariya êşê bi terhiya spî ya dayikeke Kurd bi rehetî tê xêzkirin. Dayika Aşitiyê Peyrûze Kurt, li ser sînorê herî zirav ê jiyan û mirinê rawestiyaye; li aliyekî keça xwe Nûdem li Metînayê, li aliyê din kurê xwe Aydîn li Geverê ji dest da ye. Ev dayika ku di bin taya herî giran a firtoneyê de maye, îro bi wê terhiya xwe ya spî ku wekî ala aşitî û rûmetê li ser serê xwe hildigire li hemberî dîrokê daxwaza aşitî û wekheviyê dike. Bi dilekî ku her çend tije birîn be jî, bi du hevokên ku wekî destanekê ne, asoya herî paqij a siberojê xêz dike: “Tişta nehat serê me nema, lê dîsa jî aşitî… Goreke yekî heye, goreke yekê tune ye, lê dîsa jî ez daxwaziya aşitiyê dikim.” Ev deng, banga aşitiyê ye da ku tu carî mirin nebe para tu kesî.
Peyrûze Kurt, wekî dayikeke ku temenê xwe di navbera bîranînên welêt û sirgûniya metropolên Tirkiyeyê de rûnişkandiye, destpêka serpêhatiya malbata xwe ya li ser vê axê bi bîr anî û wiha got: “Ji sala 1989an ve em li Îzmîrê ne, zarokên me li vir hatin dinê û mezin bûn. Salên 90î me li Îzmîrê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Me bi saya wan xwe nas kir û me fêm kir em kî ne, çi ne û em doza çi dikin. Keça min Nûdem û kurê min Aydîn jî piştî xwe nas kirin ji Îzmîrê derketin û tevlî refê Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn. Keça min derket çû 10 salan li çiyê ma û li Metîna şehîd ket. Kurê min jî dema Rêvebiriya Xweser de berê xwe da Geverê û li wir şehîd ket.”
Di salekê de êşa du zarokan
Peyrûze Kurt da zanîn ku bi salan li cenazeyê kurê xwe geriyaye û parastina bîranîna wî wekî erkekê dîtiye û ev tişt anî ziman: “Piştî ku ji kurê min deng nehat me pê derxist ku şehîd ketiye û em ketin pê cenazeyê wî. Me çiqasî xwest nedan me lê dîsa jî me gav paşde neavêt, me got em hene bila zarokên me ne bêkes bin. Piştî heft salan me bi Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) cenazeyê xwe dît, li Erziromê di Goristana Bêkesan de defin kiribûn. Piştî me cenazayê Aydîn li ser daxwaza hevalên wî li Amedê defin kir, piştî definkirina Aydin salek di ser re derbas bû vê carê jî Nûdem şehîd ket.”
‘Rengê xwînê yek e, xwîn xwîn e’

Peyrûze Kûrt diyar kir ku wan tim berê xwe daye lihevkirinê lê bangên lihevkirinê her bê bersiv mane û wiha pê de çû: “Di ser banga Serokatiyê re jî nêzî salek û nîv derbas bûn. Dema pêvajoya aşitiyê dest pê kir hêviyeke mezin bi me re çêbû û keyfa me gelekî hat, ji ber ku me êş û jana zarokên xwe dît û me êş û jana dayikên wan jî dît. Lewma me got bila bes xwîn birije. Me rengê xwînê ji hev cûda nekir, xwîn xwîn e û bila bes birije.”
‘Av di golan de bimîne genî dibe, pêvajoye dirêj biajo dê xera bibe’
Peyrûze Kurt banga Devlet Bahçelî ya ku gotibû ‘Bila ji bo Abdullah Ocalan mafê hêviyê bikeve meriyetê û bila were li parlamentoyê biaxive’ bi bîr xist û diyar kir ku tevî bangan jî tu gav nayên avêtin û ev tişt vegot: “Divê bi gotinan vê pêvajoyê pûç nekin li hev rûnin qanûn binivîsin û gavan biavêjin. Serokatî tişta ku dikeve ser milê wî kiriye û dike jî lê dewletê heya niha tu gaveke ber bi çav neavêtiye. Îro êdî wext hatiye ku rast û dirust bin û li ser sozên xwe bisekinin. Av di golan de bimîne genî dibe, ev pêvajo çiqasî bêtevger û dirêj biajo dê xera bibe. Em naxwazin xera bibe, bila biçe serî. Xwîn bi xwînê nayê şûştin.”
‘Serokatî di nav çar dîwaran de be dê ev pêvajo çawa bimeşe?’
Peyrûze Kûrt destnîşan kir ku daxwaza wê ya sereke ew e ku pêvajo berdewam bike û wiha domand: “Lê heta Serokatî di nav çar dîwaran de be dê ev pêvajo çawa bimeşe? Zarokên Kurdan hîn jî li çiyayan asê ne eger mafên wan bên naskirin û bi cih bên çima venegerin? Bi salan ji bo jiyaneke azad serê xwe êşandin û eger îro bên tevlî civakê bibin her yekî ji wan feylezofek in û dê tiştên nedîtî li civaka xwe zêde bikin. Bila bên û bi me re bijîn bes bila mirin bikeve para Kurdan.”
‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn; wan tenê azadî xwest’

Her wiha Peyrûze Kurt li ser nîqaşên zimên û pênaseyên mîna ‘Tirkiyeya bêteror’ û ‘teslîmiyetê’ yên ku li hemberî daxwaza aşitiyê tên bikaranîn sekinî û diyar kir ku peywirdarên dewletê tim axîne û berpirsyariyên xwe bi cîh neanîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Axaftina wan jî di nava xwe de tije kêşeyan dihewîne. Mesele em dibêjin ‘pêvajoya aşitiyê’ lê ew dibêjin ‘Tirkiyeya bêteror’ divê di serî de ev zimanê qirêj bê guherandin. Ne ‘teror’ ne jî ‘terorîst’ tune bûn, Kurd hebûn û doza Kurdan hebû. Ev pêvajo pêvajoya aşitiyê ye û divê wisa bê binavkirin. Her wiha pêvajoya aşitiyê wekî teslîmiyetê jî bi nav dikin ez wekî dayikekê qebûl nakim. Ez wekî dayikekê, 50 salî jî cezayê bidin min ez dev ji doza aşitî û azadiyê bernadim. Gundên me talan kirin, em kuştin, me xistin zindanan lê ew ‘Tirkiyeya Bêteror’ dixwazin lê em aşitiyê. Ev şermeke giran e. Em ne aşiqê şer in lê şer tînin ber deriyên me û dibêjin hûn çima şer dikin. Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, wan tenê azadî, aşitî û wekhevî xwest. Bila şer ji bîra xwe derînin Kurd bi kuştina xelas nabin.”













