Doza Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger û Midûrê Karên Nivîsê yê Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin taloqî 6ê cotmehê hat kirin.
2yemîn danişîna doza Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger û Midûrê Karên Nivîsê yê Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Parêzerê Oznûr Deger û Osman Akin, Parêzer Erdal Kûzû û Hevseroka Şaxa OHDê ya Mêrdînê Berîvan Orhan tev li danişînê bûn.
Parêzer Erdal Kûzû di parastina xwe de got ku muwekîlên wî karê xwe yê rojnamegeriyê kirine û tişta li ser wan tê îdiakirin nabe ku weke sûc bê pênasekirin.
Piştî parastina Kûzû heyeta dadgehê ji ber kêmasiyên di dosyayê de doz taloqî 6ê cotmeha 2026an kir.
Çi bûbû?
Di 16ê tîrmeha 2024an de leşkerên Artêşa Tirk li gundê Marînê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdegirtina malekî de îşkence kiribû û ji ber çêkirina nûçeya vê bûyerê derbarê her du rojnemevanan de doz hatibû vekirin.













