Mehmet Emîn Karayilan ku birayê mezin ê Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan e, jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku Mehmet Emîn Karayilan (74) roja Sêşemê 16ê Hezîranê ji bo tedawiya keça xwe çû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ersîn Arslan a Dîlokê û li wir krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan rakirin morga Goristana Yeşîlkent a Dîlokê.
Cenaze wê roja pêncşemê ji morgê were girtin û li goristana Taxa Sakiltan a navçeya Bêrecûk a Rihayê were veşartin.
Mehmet Emîn Karayilan birayê mezin ê Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan e.












