• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Geverê qeza: 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn

    Li Geverê qeza: 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn

    MÎA-FED dê konferansa 3yemîn li dar bixe: Konferans dixwaze bibe hêza çareseriyê

    MÎA-FED dê konferansa 3yemîn li dar bixe: Konferans dixwaze bibe hêza çareseriyê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 18ê HEZÎRANA 2026an

    Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

    Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

    ‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

    ‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

    Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

    Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Geverê qeza: 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn

    Li Geverê qeza: 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn

    MÎA-FED dê konferansa 3yemîn li dar bixe: Konferans dixwaze bibe hêza çareseriyê

    MÎA-FED dê konferansa 3yemîn li dar bixe: Konferans dixwaze bibe hêza çareseriyê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 18ê HEZÎRANA 2026an

    Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

    Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê dewlet êdî pênaseya Rêber Ocalan bike

    ‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

    ‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

    Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

    Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MÎA-FED dê konferansa 3yemîn li dar bixe: Konferans dixwaze bibe hêza çareseriyê

Gulîzar Turkoz / AW

18 HEZÎRAN 2026 - 09:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Abdullah Sagir derbarê konferansa 3yemîn a federasyonê de ku dê di 20-21ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin de axivî û diyar kir ku mebesta konferansa wan ew e ku ji tiştên di nav civakê de diqewimin re bibin bersiv.

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED), bi hatina cem hev a sazî û pêkhatiyên sivîl û baweriyê yên cihêreng ên li herêmê, di Kanûna 2025an de hat avakirin. MÎA-FED dê di 20 û 21ê Hezîranê de li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansa xwe ya sêyemîn li dar bixe. Konferansa ku dê du rojan berdewam bike dê saet di 09:00an de dest pê bike. Dê di dawiya roja duyemîn de jî encamname were parvekirin. Hevserokê MÎA-FEDê Abdullah Sagir derbarê konferansê de axivî.

‘Konferans bibe sedema serketina vê pêvajoyê’

Abdullah Sagir di destpêka axaftina xwe de qala armanca konferansê kir û wiha got: “Di serî de em dixwazin ji tiştên ku di nav civakê de diqewimin re bibin bersiv, em çareseriyekê ji wan ra bibînin. Salek û nîve pêvajoyek hatiye destpêkirin. Em dixwazin em jî alikariyê bidin vê pêvajoyê. Ev pêvajo îşelah dê bi piştgiriya gelê me bi ser bikeve. Em dixwazin ev pêvajo li gorî dil û hestê gelê me encam bibe. Em bi vê hêviyê nêzîkî vê pêvajoyê dibin. Hinek mijarên me jî di çarçoveya vê de tên nîqaşkirin, îşelah ew jî dê bibe wesîleya serkeftina vê pêvajoyê.”

Ji gelek welatan dê kes beşdar bibin

Abdullah Sagir di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser naveroka konferansê û wiha bi lêv kir: “Me gelek mêvan vexwendine vê konferansê. Gelek axaftvan dê tev li me bibin. Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê, ji Misrê, ji Bexdayê, ji Silêmaniyê, ji Hewlêrê û ji gelek bajaran wê axaftvanên me hebin. Her axaftvanek dê mijarekê bigire dest û ew ê mijara xwe ji me ra, ji beşdaran ra parve bikin. Roja ewil, di rûniştina yekem de çar axaftvanên me dê biaxivin. Piştî wê forûmek dê çêbibe. Di vê forûmê de kesên ku tev li bûne, dê nêrînên xwe û dîtinên xwe bibêjin. Rûniştina duyem dê piştî nîvro be. Di wê rûniştinê de jî sê axaftvanên me dê biaxivin û piştî re dîsa dê forûm dest pê bike.”

Di roja duyemîn de dê nirxandinên berfireh bên kirin

Abdullah Sagir diyar kir ku di dawiya roja duyemîn de dê nirxandinên berfireh werin kirin û wiha pê de çû: “Di roja duyemîn de, sê rûniştinên me hene. Di du rûniştinên ewil de dîsa sê kes dê biaxivin. Rûniştina dawî jî, em dibêjin foruma giştî, ê were lidarxistin. Ew jî nêzîkî saet û nîvekê bidome. Yanî di van du rojan da me çi bihîstiye, me çi dîtiye, em ê înşallah li ser rawestin. Ku rexneyên me hebin, em ê rexneyên xwe nîşan bidin û li gorî wê binirxînin. Piştî ku rûniştinên me xelas bûn, em ê encamnameyê bi gelê xwe ra parve bikin. Gotinên axaftvanan û nêrînên beşdaran em ê nîşe bigirin û piştî wê dema ku derfeta me çêbû, em ê çap bikin û bikin pirtûk.”

‘Banga tevlibûna konferansê hate kirin’

Abdullah Sagir ku em banga tevlibûnê li her kesê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hemû gelê xwe, di serî de gelê Amedê, gelê Kurdistanê û gelê Tirkiyeyê vedixwînin vê konferansa me. Ev konferansa me îşelah ê hem feyde, hem sûdê di aliyê civakî û siyasî de bide me. Em bi vê hêviyê dixwazin û bang dikin ku beşdarên vê konferansê bibin, tevli me bibin, dilê xwe bidin dilê me ku em bi ser bikevin. Wekî tê zanîn serketin bi hevgirtinê çêdibe, bi destê hev girtinê çêdibe. Ku em bi hev ra meşiyan, em dest dan destê hev, mil dan milê hev, em bi hev ra tevgeriyan; em bawer in ku serketin ji me ra ye.”

 

Etîket: Hevserokê MÎA-FEDê Abdullah Sagirkonferansa MÎA-FEDêMÎA-FED
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Endamên MÎA-FEDê: Îslam li dijî talana xwezayê ye

Endamên MÎA-FEDê: Îslam li dijî talana xwezayê ye

8 HEZÎRAN 2026
Mela Emîn Ay: Biryara qedexeya Kurdî înkara emrê Xwedê ye

Mela Emîn Ay: Biryara qedexeya Kurdî înkara emrê Xwedê ye

7 GULAN 2026
Li Qada Pirsûsê bi diayan piştgiriya Kobanê kirin

Li Qada Pirsûsê bi diayan piştgiriya Kobanê kirin

6 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokê ÇMOyê Nevroz Kavak: Divê projeya bîrên petrolê zû were sekinandin

    Hevserokê ÇMOyê Nevroz Kavak: Divê projeya bîrên petrolê zû were sekinandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şervana YPJê Kînda Brûsk Mûş hate bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ bang: Werin em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîlançoya şerê DYA û Îranê: Hezar û 500 kes mirin û 3 milyon kes jî koçber bûne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mezlûm Ebdî gihîşt Ewropayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Birayê Murat Karayilan jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em dest bidin hev û aştiyê ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (508)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne