Li navçeya Tûşbayê ya Wanê “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tuşbayê” ya îsal cara yekem ji hêla Şaredariya Tuşbayê ve û bi hevkariya KURDÎWARê tê lidarxistin, dest pê kir.
Li navçeya Tûşba ya Wanê, “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” ku bi hevkariya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (KURDÎWAR) tê lidarxistin û dê 4 rojan li ber avahiya Şaredariya Tuşbayê berdewam bike, bi merasîmekê dest pê kir. Merasîm, li ber avahiya şaredariyê hat lidar xistin û gelek kes tevli bûn.
Di merasîma vekirinê de Hevşaredarên Tûşbayê Hanim Akkoş û Umît Keser axiftin û bal kişandin ser girîngiya xebatên çand û ziman ku şaredarî dikin. Hevşaredaran anîn ziman ku ew dê xebatên xwe yên bi vî rengî berdewam bikin û ji bo pêşxistina çand û ziman çi pêwist be bikin.
Dû re hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî mafê axaftinê girt û ji bo xebatê spasiya Şaredariya Tûşbayê kir.
‘Ev xebatekê pir girîng e’

Bi ser navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd (YEWKURD) Asya Genim mafê axaftinê girt. Asya Genim di serî de silavên xwe şandin ji bo Rojhilatê Kurdistanê û got: “Em aniha li sînorê Rojhilatê xwe ne. Xwişk û birayên me, xwişk û birayên Jîna Amînî di bin zexta rejîma kevnperest a Îranê de tên girtin, tên kuştin. Ev êş êşa me ye. Em ji Wanê heta Mehabadê, heta Sîneyê û Urmiyeyê piştgiriya xwe ji wan re dişînin. Hun neviyên Qazî Mihemed û Simkoyê Şikakî ne, rêya we bedewtirîn rê ye a ber bi azadiyê ve, em bi we serbilind in. Em wek YEWKURDê, ji bo vê xebata pîroz spasiya Şaredariya Tuşbayê û KURDÎWARê dikin. Mala hemû mirovên ku di ber vî karî de betilîn û ked dan ava be. Pirtûk civakan ronî dike, lewra ev xebateke pir hêja ye.”
‘Ji bo neteweyekê ziman û dîrok du têgehên girîng in’
Asya Genim bal kişand ser mîrateya klasîk a Serhedê û giringiya wêjeyê ya di avakirina hişmendiya neteweyî de û wiha berdewam kir: “Em li Serhedê ne û em li bayê zozanan pêrgî Feqiyê Teyran, Ehmedê Exlatî û Melayê Bateyî dibin. Neteweperweriya Feqî, hêza Bateyî û kurmanciya Exlatî nebûya, wê hîmê kurdî qels bimaya. Her milet li ser hêza wêjeya xwe, çand û hunera xwe bilind dibe. Ji bo milletekî ziman û dîrok du têgehên herî girîng in. Mirovê ku doza serbestiya milletekî bike, mecbûr e ziman û dîroka xwe her baş vekolabe û baş nas kiribe. Zanîna ziman û dîrokê bi tenê kûrahî nade neteweperweriyeke baş, her wiha bi kêrî hêvîdariyê, baweriyê, kûrahî û afirîneriyê jî tê.”
‘Em ê bibin şopdarên têkoşîna wan’

Piştî axaftina Asya Genim, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyim danîne cîhê wê, derket ser dikê û bal kişand ser mîrateya dîrokî ya têkoşîna ziman a li Serhedê. Neslîhan Şedal di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Ji Xanima Loristanî heta Sarayan, ji Melayê Bateyî heta Cegerxwînan û ji wir jî heta Nagihan Akarselan, li vê herêmê ji bo ziman têkoşînên pir mezin hatin dayîn. Bi vê boneyê, em kesên ku di vê rêyê de canê xwe dane careke din bi bîr tînin û dubare dikin ku em ê bibin şopdarên têkoşîna wan. Xwedîderketina li wêjeya Kurdî, xwedîderketina li bîra civakê ye, xwedîderketina li azadî û aştiyê ye.”
‘Divê wêje xizmetê civak, demokrasî û azadiyê jî bike’
Neslîhan Şedal di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser peywendiya navbera azadiya ziman û azadiya civakê û wiha pê de çû: “Miletê ku wêje û zimanê wî di bin mêtingeriyê de be, nirxên wî yên azadî û aştiyê jî di bin mêtingeriyê de ne. Em dixwazin vê hunerê bi awayekî azad pêk bînin. Di vî warî de, divê wêje di heman demê de xizmetê ji civak, demokrasî û azadiyê re bike. Kesên ku wêjeyê hildiberînin jî divê di vî warî de xebatên xwe bimeşînin.”
Piştî axaftinan qûrdele hat birîn û girse li ser standên pirtûkan geriyan û rewşa weşangeran pirsîn.
Wê “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê heta 21ê mehê bi bernameyên cur be cur bidome.
















