Ji bo Denîz Poyraz a ku 5 sal berê di êrîşa li ser rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû kuştin, li ber maala malbata wê mewlûd hat dayîn.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Şaristaniya Ege yê Windakirine (ANYAKAY-DER), ji bo Denîz Poyraz a ku di 17ê Hezîrana 2021an de di êrîşa li ser rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû kuştin, li ber mala malbata wê mewlûdek da. Di mewlûda ku pankarta “Em sond dixwin em ê ji bo Denîz Poyraz û hemû rêhevalên xwe jiyaneke nû ya wekhev û azad ava bikin” hat vekirin. Dayikên Aştiyê, rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdarî mewlûdê bûn. Mewlûd, piştî rêzgirtina deqeyekê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Di mewlûdê de di şexsê Denîz Poyraz de hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û dia hatin kirin.
Mewlûd, bi civata beşdaran bi dawî bû.

















