DEM, DBP û TJAyê yên Semsûrê ji bo Mitînga Azadiyê ya 28ê Hezîrana 2026an de li Amedê pêk bê daxuyanî dan û banga tevlîbûna mitîngê kirin û gotin: “Werin em bi hev re daxwazên xwe biqîrin.”
Rêxistinên DEM, DBPê yên Semsûrê û TJAyê ji bo mitînga ku 28ê Hezîrana 2026an de bi dirûşma “Rêbertiya Azad ber bi Civaka Demokratîk” li Qada İstasyonê ya Amedê bê lidarxistin Parqa Mîmar Sînan a Semsûrê daxuyanî da û banga tevlîbûna mitîngê kirin.
Metna daxuyaniyê bi Kurmancî Hevserokê DEM Partî ya Semsûrê Mehmet Bayir û Tirkî jî Hevseroka DBPê ya Semsûrê Sûzan Şan xwend.
Mehmet Bayir destnîşan kir ku misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk pêwîstiyeke dîrokî ye û wiha got: “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgerêka Kurd, geşbûna siyaseta demokratîk û avakirina aştiya civakî, divê birêz Ocalan wekî muzakerekarê sereke yê pêvajoya aştiyê rola xwe bileyîze. Azadiya fîzîkî ya Ocalan, mifteya aştiya civakî, demokratîkbûn û pêşeroja hevpar a gelan e.
Daxwaza azadiya fizîkî
Mehmet Bayir di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand li ser daxwazên bingehîn ên mîtîngê û ev tişt anîn ziman: “Ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê, çareseriya demokratîk a pirsgerêka Kurd û jiyana hevpar, azad û wekhev a gelan, rakirina hemû astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk, serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk, hûnandina civaka demokratîk a bi jina azad, Divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan tavilê bê dabînkirin.”
Banga ji bo mitîngê
Mehmet Bayir herî dawî banga tevlêbûna mitîngê kir û wiha axivî: “Banga me ji bo gelan, jinan, ciwanan, karkeran, bêkaran û hemû kedkaran ew e ku werin, em bi dirûşma ‘Rêbertiya Azad ber bi Civaka Demokratîk” bi hev re daxwazên xwe biqîrin. Em li Mitînga Azadiyê werin gel hev.”














