* Aktivîstê Roman Cumur Ulker anî ziman ku weke netewên bindest ên di bin serweriya Tirkiyeyê hatine hiştin de Roman jî bi polîtikayên pişaftin û tunehesibandinê re rû bi rû hatine hiştin û wiha got: “Komarê li dijî Romanan polîtikayên bê milkhiştinê da meşandin. Ji bo têkoşîna bindestan a bi hev re pêdivî bi avakirina bîreke hevpar heye.”
* Endamê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê parêzer Ciwan Îsa diyar kir ku hê jî vegereke koçberan a ji bo Serêkaniyê çênebûye û destnîşan kir ku Serêkaniyê hê jî bi destê Dewleta Tirk tê birêvebirin û ji parêzgeha Hesekê qut kirî ye û wiha got: “Xelkê me yî koçber li benda vegera axa xwe ye û vegerek li gorî pîvanên mafên mirovan dixwaz e.”
* Hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê û rêveberên wê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya ku wê di 28ê Hezîranê de li Amedê bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê bê lidarxistin banga tevlibûna mitîngê li xelkê Sêrtê kirin.
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê derbarê geşedanên di rojeve de ne li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13:30)
* Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), wê bi beşdariya hevserokê xwe yê giştî Keskîn Bayindir li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê civîna gel li dar bixe. (19:00)








