Enqere – Aktivîstê Roman Cumur Ulker anî ziman ku weke netewên bindest ên di bin serweriya Tirkiyeyê hatine hiştin de Roman jî bi polîtikayên pişaftin û tunehesibandinê re rû bi rû hatine hiştin û wiha got: “Komarê li dijî Romanan polîtikayên bê milkhiştinê da meşandin. Ji bo têkoşîna bindestan a bi hev re pêdivî bi avakirina bîreke hevpar heye.”
Komara Tirkiyeyê ku li ser esasê pergala netew dewletê hatiye avakirin li dijî gel û baweriyên cuda ên di bin serwariya dewleta Tirk de dijîn, bi polîtikayên Tirkkirin û Mislimankirinê re rû bi rû hatin hiştin. Di encama van polîtikayan de welatiyên xwedî nasname û baweriyên cuda weke; Kurd, Roman, Suryanî, Laz, Çerkez, Ermenî, Arnavut, Hemşîn, Elewî û gelek pêkhate rastî qirkirin û polîtÎkayên bişaftinê hatin. Polîtikayên tunehesibandinê ya sed salên komarê aloziyên mezin jî bi xwe re anî. Gelê Kurd gelek caran li dijî komarê serî hilda û herî dawî jî bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî mêtingeriya Kurdistanê berxwedan û şerek ku dirêjî 50 salan dibe, hate destpêkirin. Piştî şerê 50 salî li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat destpêkirin. Ev pêvajo hemû bîr, bawerî, çand û n netewan digire nav xwe û ji bo her kesî çareseriyê dixwaze.
Abdullah Ocalan di daxuyaniyeke xwe de diyar kiribû ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû netew û baweriyên bi tunehesibandinê re rû bi rû mane û derveyî komarê hatine hiştin, divê hemû netew û baweriyên derveyî komarê hatine hiştin ji aliyê hiqûqî ve tev li komarê bibin. Yek jî ji van netewên li derveyî komarê hatine hiştin Roman in.
Roman ku li Hindîstanê di encama şer û êrişan de neçarmanê belavî hemû dinyayê bibin yek jî netewê bê welat in. Roman ku ji aliyê bindestan ve jî rastî cihekariyê tên di heman demê de weke bindestê bindestan jî tên bi nav kirin. Komara Tirkiyeyê ku li ser yek netew û baweriyê ava bû ye weke netew û baweriyên cuda bandoreke mezin li ser Romanan jî kir. Li dijî Romanan jî polîtikayên tunehesibandin û reşkirinê hat meşandin.
Bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re Abdullah Ocalan, bingeha pirsgirêkan bi nedemokratîkbûyîna komarê ve girê dide û çareseriyê jî weke Komara Demokratîk ku mafê hemû netewan ji aliyê hiqûqî vê were mîsogerkirin pênase dike.
Ev rêze dosyeya me derbarê derbarê netew û baweriyên ku li derveyî komarê hatine hiştin de hatiye amadekirin. Beşa ewil a rêze dosyeyê derbarê Romanan de ye. Aktivîstê Roman Cumur Ulker qala polîtikayên tunehesibandinê yên li dijî welatiyên Roman kir û mijara Komara Demokratîk nirxand.
‘Komarê me bêmilk û bêax hişt’
Cumur Ulker anî ziman ku bandora komara yekperest a li ser Romanan bêmilk û bêaxhiştinê bûye û wiha got: “Komara Tirkiyeyê ku li ser esasê netew dewletê hatiye avakirin xwest hemû netewan bike yek. Di encama van polîtikayên yekkirinê de yek jî yên herî zêde rastî tunekirin û pişaftinê hatin em Roman bûn. Bêmilkhiştina Romanan weke ku çandeke hat pênasekirin û wisa hat şîrovekirin. Lê ev ne rast e. Komarê li dijî Kurdan polîtîkaya xizaniyê da meşandin, lê ji Romanan re jî weke ku xizanî xwesteka Romanan e pênase kirin. Hemû kes dibêjin li dijî Kurdan polîtîkaya xizaniyê hatiyê meşandin lê ji bo Romanan tiştek wisa nabêjin. Bêmilkhiştin ne xwesteka me bû li derve li ser me hat ferzkirin. Di dema Osmaniyan de milkê me hebû lê di dema komarê de polîtîkaya bêmilkhiştinê û koçberiyê li ser me ferz kirin. Elîtên komarê bêmilkhiştin û tundiya li ser me kirin hinceta krîmînalîzekirinê û kontrolkirinê bû. Em bêax û bêmilk hiştin û krîmînalîzekirin û bi tundî li ser me ferz kirin. Di dema Osmaniyan de dema Fatîh hat Stenbolê li wir Sûlû Kûle hebû. Sûlû Kûle ya Romanan bû. Ew der Romanan ava kir. Lê piştre bi hinceta veguherîna bajêr ew der vala kirin û me bêwar hiştin.”
‘Roman ne tenê ji aliyê dewletê ve ji aliyê bindestan ve jî rastî nijadperestiyê tên’
Cumur Ulker di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Romanan a li dijî polîtîkayên tunekirinê ya dewletê û ev yek anî ziman: “Tenê pergaleke dijminatiya li me nekir. Hemû beşên civakê cihêkarî li me kir. Yanî welatiyekî bindest jî cihêkarî li me dikir û nijadperestî li me kir. Kesî em nedîtin. Weke mînak li Sûlû Kûle ya Stenbolê 5 salan Romanan ji bo malên xwe neyên hilweşandin li ber xwe dan. Lê kesî ew berxwedan nedît. Zarok, jin, kal û pîr bi hev re ji bo taxa xwe li dijî çete û dewletê li ber xwe dan. Lê tenê hatin hiştin. Ji bo wê jî pirsgirêka bêbaweriyê heye. Em dixwazin bi sosyalîst, demokrat û gelên bindest re baweriyê ava bikin. Lê serpehatiyên me wisa nabêje. Em tenê hatin hiştin. Ji bo wê jî em dibêjin em vê yekê bibînin û li ser vê polîtîkayan ava bikin û têkoşîneke hevpar bi rêxistin bikin. Em bi tena serê xwe dixwazin çend tiştan li vir bikin. Desthilat di sala 2009an de bi navê ‘Vebûna (Açılım) Romanan’ polîtîkayek meşand. Me dizanin ew tunehesibandina nûjen bû. Lê wisa pênase kiribûn. Lê çima sosyalîst û muxalîf polîtîkayeke xwe ji bo Romanan tune ye. Weke aktivîstên Romanan em dixwazin di serî de bîrekê ava bikin. Bîreke têkoşînê; Em kî ne û ji ku hatine. Di serî de nasnameya xwe ava bikin. Li ser vê xebatên me berdewam dikin. Di sala pêşiya me de em ê bi kortejên xwe tev li 1ê Gulanê bibin.”
‘Roman ji aliyê aborî, tenduristî û perwerdehiyê ve jî rastî cihêkariyê tên’
Cumur Ulker destnîşan kir ku Roman li taxên ku lê dijîn di bin tecrîdê de ne û wiha pê de çû: “Qirkirina veguherîna bajêr li dijî Romanan jî berdewam dike. Roman jî li dijî vê yekê li ber xwe didin. Bi awayekî sîstematîk tiryakê dixin taxên Romanan. Bi vê yekê dixwazin hem krîmînalîze bikin û hem jî kontrol bikin. Roman ji aliyê aborî, tenduristî û perwerdehiyê ve jî rastî cihêkariyê tên. Ji ber cihêkariyê û nijadperestiyê zarok naçin dibistanan. Hê jî pirsgirêka bi cihbûnê ya Romanan heye. Li Balikesîrê barakayên Romanan hatin şewitandin. Şeredariya wir jî di destê CHPê de ye. Her wiha pirsgirêka betaliyê jî heye. Ji ber nasnameya me ya Romaniyê kes me nagire kar. Lê weke ku em naxwazin bixwînin û bixebitin tên pênasekirin, ev ne rast e. Ev polîtîkaya înkar, tundî û tunehesibandinê ye. Di nava civakê de jî em rastî êriş, tundî û nîjadperestiyê tên. Yanî bindestek jî vê yekê dike. Kurd û Elewî ku ew jî gel û baweriyên bindestin ew jî nijadperestiyê li me dikin. Jinên Roman bi rundiyê re rû bi rû dimînin, nayên dîtin. Jinên ku ji xwe re dibêjin femînîst jî dikarin bejin; jinên Roman bi tundiyê re rû bi rû nîn in, tundiya li ser jinên roman nabînin. Dema ew wisa bibêjin, ê helbet zaroka bi navê Şîrîn jî serê şeveqê ji aliyê zilamekî ve wê were kuştin. Kesî jê re negot tu vê zarokê dibî ku. Çima ji ber ku Roman bû. Em jî li dijî vê yekê têkoşîna xwe didomînin. Şiyarbûnek heye.”
‘Entegrasyona Demokratîk a birêz Ocalan li dijî van pirsgirêkan çareseriyê pêşkêş dike’
Cumur Ulker li ser nîqaşên Komara Demokratîk ku hemû gel û bawerî bi nasnameya xwe bi hev re bijîn jî ev nirxandin kir: “Entegrasyona Demokratîk a birêz Ocalan li dijî van pirsgirêkan çareseriyeke pêşkêş dike. Divê li ser nîqaş werin kirin. Temsîla gelan bi awayekî wekhev ji bo herêman pir bi erênî yê. Lê ji aliyê din ve jî Şutka heye. Şutka rêveberiya xweser a Romanan e. Li Uskupa Makedonyayê ye. Rêveberiyeke otonom û komunalîte ye. Xweser e. Tenê Roman li wir in û ew xwe bi xwe bi rê ve dibin. Ferqa vê yekê û Entegrasyona Demokratîk çi ye? Divê li ser vê yekê nîqaşeke berfireh ji aliyê hemû gelan vr were kirin. Dibe ku îtîraz jî çêbibin û rexne jî hebin. Kurd heta hatin vê astê bi salan têkoşîneke mezin dan. Yanî dibe ku hewce hebe em jî di pêvajoyeke wisa de derbas bibin. ji bo wê jî divê nîqaşeke berfireh li ser were kirin. Çareseriya birêz Abdullah Ocalan çareseriya herî baş e. Lê ji aliyê Romanan ve ez wisa difikirim ku hê kêmasî hene. Ji bo Kurdan teqez çareserî û serkeftin e. Lê rewşa me ne wehev e. Divê gelên bindest hevdu nas bikin û di navberê de bawerî bê avakirin. Lê ji bo wê tu xebatek tune ye. Birêz Ocalan jî dixwaze em nîqaş bikin û pêş bixin.”
‘Divê ji bo têkoşîna hevpar a bindestan navendên bîrê bên avakirin’
Cumur Ulker destnîşan kir ku ji bo têkoşîneke hevpar a gelên bindest di serî de divê navendên bîrê li ser esasê hevdu naskirinê bên avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em li van navendan gelan bi hev bidin naskirin. Ciwan bi çete û tiryakê ji dest diçin. Di serî de li ser taxan em têkoşîneke ava bikin û polîtîkayekê pêş bixin. Divê gelên bindest di bin banekî de sendîka dibe an jî tiştek din werin ba hev, baweriyê bidin hev û bi hev re di nava piştgiriyê de bin. Lê di serî de divê em hişmendiya nijadperest ku di me de ava bûye hilweşînin. Ev jî di zemîna têkoşîna hevpar de dikare were hilweşandin. Erê ev pêvajo di navbera gelê Kurd û dewletê de ye. Lê şer bandorê li hemû gelên bindest dike. Lê yek heye, kes nebînê jî ew dibîne (Abdullah Ocalan) û çareseriyek pêşkêş dike ji bo hemû gelan. Lê pirsgirêk di yên ku vê yekê bikin pratîkê de ye. Ji aliyê pratîkê ve kêmasî derdikevin.”
Sibê: Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan













