14 komeleyên herêmî ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ku dê di 28ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Çi qas piştgîrî bidin vê pêvajoyê em ê ewqas nêzî azadiyê bin.”
14 komeleyên herêmî têkildarî ‘Mitînga Azadiyê’ ya ku dê di 28ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin, daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Şirnex, Cizîr, Silopiya, Hezex, Qileban, Elkê û Basa (ŞÎVÎ-DER) ya li navçeya Rêzan a Amedê hat dayîn. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Adalet Kaya, endam û rêveberên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Komeleya Farqînê Cemal Dogrû li ser navê 14 komelayan axivî.
‘Pêşketina vê pevajoyê di destê gelê me de ye’
Cemal Dogrû da zanîn ku têkoşîn çiqas xurt bibe, danûstandin çêbibe pêvajo dê ewqas pêşbikeve û wiha got: “Ev pêvajoya wê serbikeve, hêviya gel û daxwaza gel jî dê zêde bibe. Di 28ê Hezîranê de li Amedê li qada îstasyonê, mitîng heye, divê bi girseyî û bi coşek mezin derbas bibe. Pêşketina vê pevajoyê jî di destê gelê me de ye. Em çi qas piştgîrî bidin vê pevajoyê em ê ewqas nêzî azadiyê bin û serkeftineke mezin dê çêbibe. Ji ber vê yekê banga me li gelê me ye di 28ê mehê de, amade bin û bi girseyî tev li vê mîtîngê bibin.”
‘Werin em di 28ê Hezîranê de daxwaza azadî, aştî û wekheviyê bikin’
Dûre Mehmet Kamaç diyar kir ku ‘Mîtînga Azadiyê’, hem ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk, hem jî ji bo pêşeroja gelê Kurd mitîngeke girîng e û wiha axivî: “Em ji ber vê yekê, serdana gel, komelê, saziyên sivîl, partiyên siyasî dikin û dibêjin; Werin em 28ê Hezîranê, li Qada Îstasyonê bi wekheviyeke bi heybet, daxwaza azadî, aştî, wekhevî û serkeftinê bikin.”
Komeleyên ku daxuyanî dan wiha ne: “ŞÎVÎ-DER, Komeleya Çewligiyan, Komeleya Şemrexiyan, Komeleya Omeriyan, Komeleya Midyadiyan, Komeleya Farqiniyan, Komeleya Pîraniyan, Komeleya Zerayiyan a Pasûrê, Komeleya Tiyaksiyan a Pasûrê, Komeleya Licêyiyan, Komeleya Hezroyiyan, Komeleya Çunguşiyan, Komeleya Terkaniyan û Komeleya Şêx Seîd.”













