Enqere – Parlamenterên DEM Partiyê ji bo girtiya nexweş Leyla Cuma Îbrahîmê ya ku mafê wê yê tenduristiyê tê binpêkirin serî li ÎHÎKê dan.
Parlamenterên DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin, Newroz Uysal Aslan, Onur Duşunmez û Serhat Eren derbarê rewşa girtiya nexweş Leyla Cuma Îbrahîm (Keça Bavê Teyar) a tevî nexweşiyên xwe yên giran li Girtîgeha Jinan a Erzîncanê tê ragirtin û dermankirina wê tê astengkirin serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a TBMM (ÎHÎK) dan.
Parlamenteran di serdanê de diyar kirin ku nexweşiyên Leyla Cuma Îbrahîmê yên weke virik û vereşînê hene; herî dawî ji devê wê xwîn hat, di singê wê de kîst hatiyê dîtin û her tim milê wê diêşe. Parlamenteran anîn ziman ku li gel nexweşiyên heyî rêveberiya girtîgehê van nexweşiyan paşguh dike û tedawiyê asteng dike.
Parlamenteran di serlêdanê de ew daxwaz rêz kirin:
“*Divê demildest rewşa tenduristiya Leyla Cuma Îbrahîmê, muameleya xirab û binpêkirina mafê jiyanê were lêkolînkirin.
*Hemû qeydên tenduristiyê û revîrê werin komkirin.
*Çima daxwazên sewkirina nexweşxaneyê bi cih nehatinê divê were aşkerekirin.
*Ji Wezaretê Edaletê û Tenduristiyê derbarê mijarê de agahî bê girtin.
*Girtî divê demildest sewqî nexweşxaneyeke bê kirin.
*Derbarê rêveberiya girtîgehê ku mafê tenduristiyê paşguh dike lêpirsîn were destpêkirin û derbarê berpirsan de jî venêrîn were destpêkirin.”













