Dayikên Aştiyê yên Stenbolê diyar kirin ku bi daxwaza azadiyê ew ê di 28ê Hezîranê de tev li mitîngê bibin û gotin: “Aştî hewcedariyek weke nan û avê ye. Banga me li gelê me ye bila werin em daxwazên xwe bînin ziman. Mitîng ji bo aştiyê û azadiya Serokatî dê pêk bê.”
Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê dê ji bo azadiyê fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Hezîranê de li Wanê û Mersînê û di 28ê Hezîranê de jî li Amed û Stenbolê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê ve” mitîng b^ne lidarxistin. Li Stenbolê mitîng dê li Qada Bagcilarê bê lidarxistin. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan weke axêver û Koma Agirê Jiyan û Tara Mamedova jî bi stranên xwe tev li mitîngê dibin.
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê Guler Bugday, Fatma Yilmaz û Cemîle Çiftçî derbarê “Mitînga Azadiyê” de axivîn û banga beşdariya mitîngê li gel kirin.
‘Dema ku Serok azad nebe wê aştî jî pêkan nabe’
Guler Bugday diyar kir ku bi salane dayik aştiyê dixwazin û wiha got: “Em jî gelê me jî ne aliyê şer in. Em dengê xwe bilind dikin û dibêjin zarokên me bila nebin qûrbanê şer. Divê hemû dayik dest bidin destê hevdu. Bila her kes li dijî şer bisekine. Ji bo şer ji rojevê derkeve û ji bo daxwaza azadiyê em ê 28ê Hezîranê mitîng li dar bixin. Aştî hewcedariyek weke nan û avê ye. Birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelê Tirk jî gelek girîng e. Em bi xwe û Serokê xwe bawer in. Her kes dibêje aştî bila pêk were lê dem dirêj dibe. Dema ku Serok azad nebe dê aştî jî pêkan nabe. Serok azad nebe dê gelê Kurd jî her dem li ser pêyan be. Rola dayikan jî gelek girîng e. Banga me li gelê me ye, bila bi hezaran kes li Qada Bagcilarê kom bibin û daxwaza xwe bînin ziman.”
‘Mitîng ji bo aştî û azadiya Serokatî wê pêk bê’
Fatma Yilmaz banga beşdariya mitîngê li xelkê kir û ev yek anî ziman: “Em ê gazî gelê xwe dikin, çi kal û pîr, çi ciwan divê hemû kes werin Qada Bagcilarê. Ev mitîng mitînga aştî û serfiraziyê ye. Em ê bi ser bikevin, bila Qada Bagcilarê tijê bibe ku her kes hêza gelê Kurd bibîne. Mitîng ji bo aştî û azadiya Serokatiyê dê pêk bê. Aştî pêk were dê Serok jî azad bibe û girtiyên me jî wê werin berdan.”
‘Ji bo azadiya Serok divê her kes tev li mitîngê bibe’
Dayika bi navê Cemîle Çîftçî jî bi bîr xist ku 28ê Hezîranê “Mitînga Azadiyê” heye û wiha axivî: “Em dixwazin her kes tev li mitîngê bibe. Kurd, Tirk û Ereb ferq nake kî dibe bila bibe divê hemû kes tev li mitîngê bibe. Ji bo azadiya Serok divê her kes tev li mitîngê bibe. Divê aştî û azadî pêk were.”
















