Wan – Rojnameger Reyhan Hacioglû ku bi salan li gel kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci yê ku çend roj beriya niha jiyana xwe ji dest da, xebitiye, behsa dilsoziya hempîşeyê xwe kir û da zanîn ku Bayram Balci di telefona xwe ya dawiyê de hesreta welat aniye ziman û xwestiye vegere li welatê xwe.
Rojnameger û helbestvan Bayram Balci (63) şeva 22ê Hezîranê li Belçîkayê jiyana xwe ji dest da. Balci ev demeke dirêj bû ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin. Ew, ji kesên herî demdirêj ked daye Çapemeniya Azad yek bû. Bayram Balci, di 34 salên jiyana xwe ya pîşeyî de, bi taybetî di salên 90î de ku salên herî dijwar û bi xwîn bûn, li herêmê nûçegihanî kir û ser li ber zext û zordariyê netewand.
‘Bayram dîroka zindî ya Çapemeniya Azad bû’
Rojnamevan Reyhan Hacioglu ku demeke dirêj bi Bayram Balci re xebitî ye, behsa dilsoziya hempîşeyê xwe kir û da zanîn ku Bayram mirovekî pir hestiyar û dilovan bû, alîkariya her kesî dikir. Reyhan Hacioglû destnîşan kir ku gava wê dest bi karê çapemeniyê kiriye Bayram Balci pir alîkariya wê kiriye û got: “Heval Bayram ne tenê alîkariya min, alîkariya hemû hevalên ku nas kiriye dikir û ji hemû hevalan re ji dil bû. Ew kedkarekî pir mezin ê çand û pênûsa Kurdî bû. Di serdemên ku şerekî pir giran li ser gel û axa me hebû, wî dest bi karê çapemeniyê kiribû. Di wê demê de piraniya hevalên derdora wî şehîd ketibûn; mîna Hevalê Nazim Babaoglû ku li Rihayê bi hev re dixebitîn. Ji ber vê yekê, Heval Bayram ji bo me bixwe dîroka zindî ya Çapemeniya Azad bû.”
‘Çapemeniya Azad dîrokê dinivîsine’
Reyhan Hacioglu behsa bîranîneke xwe bi Bayram Balci re kir û wiha pê de çû: “Wextê ez nû ketibûm nav kar, min carna li ser girîngiya Çapemeniya Azad û pîşeyê pirs dipirsî. Carekê min jê re got, ‘Heke nûçeyeke duh, îro an sê roj di ser re derbas bibin bê weşandin dê çi bibe?’ Heval Bayram li min zivirî û got, ‘Na hevalê, nêzîkatiya te ne rast e. Çapemeniya Azad dîrokê dinivîse, piştî bîst-sîh sal di ser re derbas bibin û mirov li paş xwe bizivirin, dê li van nûçe û dîmenên te binêrin û fêm bikin ka li ser vî welatî çi qewimiye. Heke Çapemeniya Azad nebe, kes nizane li vî welatî çi bûye. Lewma her nûçe divê wextê xwe de bê weşandin.’ Ev gotina wî giringiya pîşeyê nîşanî min da.”
‘Daxwaza Bayram Balci vegera welat bû’
Di berdewamiya axaftina xwe de Reyhan Hacioglu diyar kir ku êrişên giran li ser wî jî çêbûn, lewma bû penaber û çû Ewropayê. Reyhan Hacioglû ani ziman ku Kurdan di dîrokê de çi kişandibe, çapemeniya wan û kedkarên mîna Bayram jî ew zilm kişandine û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ew li welatê xerîbiyê hem penaber bû hem jî bi nexweşiyên giran re têkoşîn dida; lê dîsa jî di nav kar û xebatê de bû. Çar pênç mehan carekê telefonî me dikir, rewşa nûçeyan û pêvajoyê dipirsî û digot, ‘Ez dixwazim vegerim welatê xwe’. Hesreta wî ya herî mezin ew bû ku rojekê vegere ser axa xwe.”
‘Bayram helbestvaneke jîr jî bû’
Reyhan Hacioglu di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Bayram Balci di heman demê de helbestvanekî jîr jî bû û got: “Êşên vî gelî pir giran in. Heval Bayram hem bi karê xwe yê rojnamevaniyê hem jî bi helbestên xwe, êş û birînên vî miletî hildigirt û li seranserî cîhanê parve dikir. Xeyalên wî û hevalên beriya wî yên şehîd ketine, dê di serkeftina gel û Çapemeniya Azad de bijîn. Em hêvîdar in ku ew rojên azad werin. Bîranîna hemû hevalên me her dem wê bi me re be.”












