Repbêj Serhado ê piştî 11 salan hatiye Amedê behsa serpêhatiya xwe ya hunera repê kir û wiha got: “Rep ne dûrî dengbêjiyê ye. Yanî ne armancek e, lê amûrek e. Ji ber wê, repbêjî eslen çîrokbêj in.”
Serhado (Serhad Ayaz) di 15ê Kanûna 1984an bajarê Stockholmê yê Swêdê hat dinê. Bi eslê xwe ji gundê Helexê yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê ye. Li Swêdê mezin bû û di sala 2015an ji Ewropayê hat Kurdistanê, 5 salan ma û ji ber sedemên hiqûqî vegeriya Ewropayê. Serhado piştî 11 salan di 27ê Hezîranê de ji bo derkeve ser dika Mitînga Azdiyê hat Amedê.
‘Çavê min li vegerê bû’
Serhado destnîşan kir ku ew 5 salên maye li Kurdistanê, li vir ji xwe re jiyanek ava kiriye û wiha behsa zehmetiyên derketina ji welat kir: “Piştî hatinê pir guherîm. Di sala 2015an de neçar mam ku biçim Ewropayê. Dayika min ji min re digot li vê derê ji xwe re jiyanekê ava bike lê belê min ti carî ava nekir. Çavê min li vegerê bû. Rastî bêjim çend salên despêkê yên çûna Ewropayê min depresyon jî derbas kir, min pir bêriya welat dikir. Min ji xwe re li vir jiyanek jî ava kiribû. Şeva ku min ji dayika xwe re got, ‘Ez ê biçim Amedê’ raneza. Tirs ket dilê wê. Lê berî ku ez derkevim jî, ji min re got, ‘Kurê min, ez bi te serbilind im. Tu ji wan keç û xortên delal ne çêtir î. Eger erkekî wisa li ser pişta te be, û tu karibî tiştekî ji bo demokratîkbûna welatê me karibî bikî, biçe.’ Ev erk li ser pişta min e, az wisa dibînim. Çi ji destê min tê, em ê jî hewl bidin. Ez dîsa vegeriyam Amedê.”
‘Huner bi azadiyê pêş dikeve’
Serhado da zanîn ku huner bi azadiyê, têkiliyan pêş dikeve û derbarê mijarê de wiha got: “Huner bi aramiyê, azadiyê pêş dikeve. Lê heke metirsiya azadbûnê hebe dibe sedema stresê. Mînak hinek dixwazin bi min re stranan çêbikin lê newêrin. Dibêjin ‘dê pirsgirêk derbikeve, talûke ye.’ Ev hunerê dikuje.” Serhada bal kişand ser hestên huner û hunermendiyê û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Tu dikarî ji hunerekî hez bikî lê dibe tu ji wî hunermendî hez nekî. Çêdibe go fikra ew hunermendî û fikra te dûrî hev bin jî. Huner ji hunermendê mezin e. Anku huner cuda ye, hunermend cuda ye, û huner jî ji hunermendê mezin e.”
‘Huner aheng e’
Di berdewama axaftina xwe de Serhado diyar kir ku divê hunermend berpirsyar e ku hunera xwe baş bide fêmkirin û derbarê mijarê de wiha got: “Ez stranên xwe, ji bo go gel guhdar bike çênakim. Mînak go tu bêjî ‘ka stranekî çêkim bila pir belav bibe’. Ez bi vî rengî çênakim, ew hunerê dikuje. Divê tu ahengekî çêbikî. Yanî tu ji bo gel çêdikî, mesela berpirsyariyeke te heye, lê wexta sedî sed ew jî be, wî wextî huner jî dikuje. Li aliyê din tu di odeyekê de rûnî û tu tiştekî pir xweş çêbikî lê kes nebihîze, ew jî çênabe. Vêca ji ber wê divê ahengekî bibînî. Ez li gorî dilê xwe tiştekî çêdikim û az bi gel re parve dikim. Roja go ew stran derket, êdî hew ya min e.”
‘Nehiştin derkevim ser dikê’
Serhado bilêv kir ku ew bi zehmetiyên mezin ve albuma xwe ya yekem di sala 2007an de derxist û wiha behsa zehmetiyên dîtiye kir: “Despêkê min dernedixistin li ser tu dikan. Min ji wan rîca dikir, min digot ‘Hema min bihêlin ez pênc deqeyan derkevim, yek stranekî bêjim.’ Ji min re digotin: “Ev ne tarz e, ne tarza me ye, ev dûrî çanda Kurdî ye.’ Çend salan min zehmetî kişand. Min ji wan re digot, ‘Bila gel vê biryarê bide.’ Tu niha denêrî ser TîkTok, Înstagramê, çiqas qaşmerî be, ew qasî jî tê hezdikin, ew jî ne rast e. Min lêhûrbûneke mezin kir, min serê xwe pê êşand.”
‘Repbêj eslen çîrokbêjî ye’
Di berfirehiya axaftina xwe de Serhado da zanîn ku rep jî wek beşên din ên muzîkê amûreke gotinê ye û wiha pê de çû: “Rep ne dûrî dengbêjiyê ye. Yanî ne armancek e. Ji ber wê, em çîrokbêj in eslen. E dengbêj çawa çîrok dibêjin, yan jî yek pirtûkê dinivîsîne, yek helbestê dinivîsîne, e wênesaz jî wisa, ê şanoger jî dilîzin. Hemû çîrokekê dibêjin. Vêca tu bi kîjan amûrê bi kar tînî. Mesela dengê min xweş ba, min ê stran bigota. Az bûm repbêj. Anku ez zarok bûm min ji vî tarzî hezkir. Mesele çîrok in, tu dixwazî çi parve bikî. Mînak gelek ciwanên repbêj stranên xwe dişînin, û ji min fikra min dipirsin. Ez lê guhdar dikim û bersivê didim wan û dibêjim, ‘Te sê deqîqe ji jiyana min dizî, te çi da min?’ Bi rastî, ne hewce ye her tişt siyasî be. Dikarî stranekî çêkî gotin jî tê de tîne be, lê tiştekî bide min. Yanî hestekî xweş bide min.”
‘Divê fantaziyên repbêjan dewlemend bin’

Serhado anî ziman ku gotin û şêwazên repê ji berê ve cuda cuda ne, û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ez dibêjim, ne ji dibîstana nû me ne ji dibîstana kevin im. Niha kapîtalîzm dest daniye ser repê û rep bûye muzîka herî populer. Di repê de jî heman tişt e. Yanî çemekî yê kapîtalîzmê ye, çemek jî alternatîfa wê ye. Ev her tim hebû û wê her tim hebe.” Serhado bilêv kir ku divê ciwan zêdetir serê xwe bi repê biêşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek repbêj hene, mixabin zêde nayên guhdarkirin. Anku pirtûk bixwînin, yan jî belgefîlmekê temaşe bikin. Her tim vîdyo, her tiştî bi vîdyo hûn temaşe dikin, fantaziya we pêş nakeve. Pirtûkekê, romanekê bixwînin, go tu pê biçî dinyayê bigerî. Tiştekî keyfî li ser telefonê, çi komîk be ji xwe re lê binerê. Ez li dijî vê me.”
‘Çi ji destê te tê bike’
Serhado di dawiya axaftina xwe de li ser binçavkirina xwe jî sekinî û derbarê hatina xwe û nîqaşa bi dayika xwe re kiriye ev tişt gotin: “Dayika min ji min re got, ‘Jenerasyona me nekir, me ji bo we hişt. Niha hûn jî nakin, her kes di mala xwe de rûniştiye, temaşe dike. Çi ji destê te bê bike’. Ez xwe jî rexne dikim, rexnedayîna xwe jî didim. Em jî nebûn bersiv di vê pevajoyê de. Vêca çi ji destê min tê, kêm e. Heke guhertinekî biçûk jî çêbibe, ew jî xêr e.”




















