Piştî du erdhejên bi pileya 7.2 û 7.5 ên ku di 24ê Hezîranê de li Venezuelayê rû dabûn, hejmara qurbaniyan gihîşt hezar û 450 kesan.
Li Venezuelayê piştî erdhejên 24ê Hezîranê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye Hezar û 450 kesan û tê gotin ku dibe hejmar hîn zêdetir bibin.
Serokê Parlamentoya Neteweyî ya Venezuelayê Jorge Rodriguez, piştî her du erdhejên mezin ên bi pileya 7.2 û 7.5, agahiyên herî dawî yên derbarê hejmara mirî û birîndaran de parve kirin.
Rodriguez diyar kir ku hejmara qurbaniyên erdhejê gihîştiye Hezar û 450 kesan û zêdetirî 3 hezar û 150 kes jî birîndar bûne.
Jorge Rodriguez da zanîn ku heta roja îro 12 hezar û 721 kes ji ber erdhejê ji cih û qadên xwe bûne û koçber bûne û eşkere kir ku 774 avahî bi temamî rûxiyane.
Rodriguez destnîşan kir ku li seranserî welat zêdetirî 25 hezar wezîfedar ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê seferber kirine. Tê pêşbînîkirin ku li Venezuelayê hîn jî bi dehan hezar mirov di bin kavilan de ne.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihandibû ku di 24ê Hezîranê de li Venezuelayê bi navberekî tenê 39 saniyeyan, du erdhejên mezin ên bi pileya 7.2 û 7.5 rû dane.













