• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

    Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Girtîgehên Amed û Evînê qadên berxwedana kurdan e

Medya Bal / AW

2 KANÛN 2024 - 08:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Rêvebira TMMKê Fatêma Kerîmî ji bo têkoşîna li Girtîgeha Evînê got: “Dewleta Tirk ji bo PKKyiyan ji doza wan dûr bixe ew kirin girtîgeha Amedê, lê PKKyiyan girtîgehê kir qada berxwedanê. Rejîma Îranê jî xwest Girtîgeha Evînê ji bo çewisandina jinan bikar bîne, lê jinan girtîgeh kir qada ku karibin dengê xwe bêtirs bilind bikin.”

Kesên lîberal, çepgir û îslamparêz ên ku ji rêveberiya Muhamed Riza Şah nerazîbûn, bi hev re di sala 1979an de dawî li monarşiyê anîn. Molayên ku di nav van nerezîbûnan de pêşengî dikirin dema hatin ser desthilatariyê di destpêkê de ji bo tasfiyekirina lîberal û çepgiran dest bi xebatan kirin û navê Îranê kirin Komara Îslamî ya Îranê.
Rejîma Îranê ya nû ku tu mecrûiyeta wê di nav gel de tunebû ji bo xwe bi gel bide qebûlkirin serî li rêbazên tundiyê de. Ji destpêka Şoreşa Îranê û heta niha kes nizane ku çend kes ji aliyê vê rejîmê ve hatine darvekirin û înfazkirin.
Di roja me ya îro de jî bi hezaran kes di girtîgehên Îranê de tên girtin der barê gelek kesan de jî biryara darvekirinê hatiye dayîn. Em têkildarê tundiya Rejîma Îranê û rewşa girtîgehan bi rêvebera Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (TMMK) Fatêma Kerîmî re axivîn.

Fatêma Kerîmî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku Rejîma Îranê li dijî gel tenê siyaseta çewisandinê bi kar tîne û ev tişt anî ziman: “Rejîma Îranê ji roja ku hatiye avakirin heta niha tim gel wek neyarê rejîma xwe dibîne. Ji ber vê yekê jî hewl dide ku gel bi girtin, kuştin û darvekirinan bêdeng bike. Heta niha seatekê jî dev ji vê siyasetê bernedane. Bi pêşketina medya dijîtal gel bidarvekirin û tundiya ku li ser civakê tê kirin, dît. Medyaya Kurd, îranî û ya navneteweyî ev binpêkirinan radigihîne lê Rejîma Îranê dev ji vê siyaseta xwe bernade. Îran piştî Çînê dewleta duyemîn e ku herî zêde mirov lê têne darvekirin. Di sala 2023yan de 834 kes li Îranê hatin darvekirin. Ji cotmeha 2023yan heta cotmeha 2024an neteweya ku herî zêde hatin darvekirin Kurd, Ereb û Beluç in. Di nava 12 mehan de herî kêm 138 Kurd hatin darvekirin.”

‘Êdî tirsa gel ji rejîmê nemaye’

Fatêma Kerîmî bal kişand ser krîzên ku li Îranê tên jiyîn û wiha got: “Krîza aborî, civakî, rejîmî û siyasî yên ku li Îranê tên jiyîn rejîmê kiriye nav zehmetiyeke mezin. Lê Rejîma Îranê ne ewqas bi hêz e ku karibe van krîzan çareser bike. Ji ber vê yekê gelê Îranê li dijî van krîzan di sala 2022yan de dest bi xwepêşandan kir û nerazîbûna xwe anî ziman. Kuştina Jîna Emînî ev bertekên heyî derxist lûtkeyê. Ji ber ku rejîm nikaribû ji van nerazîbûna re bibe bersiv dîsa serî li girtin, kuştin û darvekirinê da. Gel bi her awayî nerazîbûnên xwe anî ziman, rejîmê jî serî li her cure tundiyê da. Lê li hemberî gel bi ser neket. Êdî tirsa gel ji rejîmê nemaye. Ji bo ev siyaseta ku rejîm dimeşîne bi dawî bibe gel bi her awayê li ber xwe dide da ku karibe bi ser bikeve.”

‘Rejîma Îranê tolê hiltîne’

Fatêma Kerîmî da zanîn ku têkoşîna Kurdan bi taybet jî têkoşîna jinên Kurd a li dijî rejîman bênavber dewam kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna jinên Kurd a azadîxwaziyê di 1979an de jî hebû. Jinên Kurd di Şoreşa Îranê de di nav şerê çekdarî de jî cih girtin. Wê demê 95 jinên ku tev li şerê çekdarî bûn hatin darvekirin. Her wiha jinên Kurd di nav partiyên siyasî de karên parastina mafên jin, xweza û karkeran jî meşandin. Di sala 2022yan de bi kuştina jina Kurd Jîna Emînî jinên Kurd dest bi çalakiyên nerazîbûnê kirin. Ev çalakî li hemû Îranê belav bû. Cara yekemîn bû ku hemû civaka Îranê li dijî kuştina jineke Kurd rabûbû ser piyan. Rejîma Îranê wek ku bixwaze tola vê serhildanê hilîne îro jinan ceza dike.”

‘Ji hêza jinên Kurd ditirsin”

Fatêma Kerîmî bal kişand ser rewşa Zeynep Celaliyan û wiha berdewam kier: “Zeynep Celaliyan jina Kurd a yekemîn e ku cezayê heta hetayê lê hatiye birîn. Heta niha li tu jinan ev cezayê heta hetayê nehatiye birîn. Niha jî li Werîşe Mûradî ya endama KJARê û Pexşan Ezîzî ya ku parastvana mafên mirovan biryara darvekirinê hatiye dayîn. Ev cezayê ku li Werîşe û Pexşan hatiye birîn di salê 80yan de li gelek jinên Îranî jî dihat birîn lê di salên dawî de ev ceza li jinan nedihat birîn. Lê niha ev ceza li jinên kurd tê birîn. Ev jî nîşan dide ku Rejîma Îranê çiqas ji têkoşîna jinên kurd ditirse. Tirsa wan ew e ku têkoşîna ku jinên kurd didin li hemû Îranê belav bibe û rejîma wan hilweşîne. Dema ku rejîma Îranê li têkoşîna jinên Kurd a ku li Bakur, Rojava û Başûr didin dibîne tirsa wan zêdetir dibe. Dixwaze bi girtin û darvekirinê pêşî li têkoşîna jinên Kurd bigire. Lê têkoşîna jinên Kurd jî tim didome.”

‘Jin xwedî hêza guherîna civakî ne’

Fatêma Kerîmî diyar kir ku jinên Kurd li Îranê hêzeke mezin in û ev hêzbûna jinan jî ji bo rejîma Îranê tişteke nû ye û wiha axivî: “Giştî jinên Îranê di her qadê de di nav guherîneke de ne û di her qadê xwedî hêza guherîna civakî ne. Ev rewş li gor demên berê guherîneke pêşketî ye. Jinên di girtîgehan de li dijî rejîma Îranê xwedî roleke pir girîng in. Ev rol jî bingeha xwe ji Şoreşa 1979an digire. Jinan di vê şoreşê de bi awayeke berfireh cihê xwe girtin. Piştî şoreşê desthilatiya ku hat ser hikûmeta Îranê komeke ji aliyê fikrî ve pir teng bû û li ser hemû mafên heyî zexteke çêkir. Mînak du hefte piştî hatina Humeynî ku hê komar bi awayeke fermî nehatibû îlankirin dîmeneke Humeynî derket holê ku tê de digot ‘Jinên îranî divê xwe binixêfin’. Ev biryara hîcabê raste rast mudaxaleya mafên jinan bû. Bi hatina Humeynî êdî mafên jinan hatin binpêkirin û gotina mêran derbasdar hat qebûlkirin. Di hemû qadan de li ser jinan zordestiyek hat avakirin. Ev hîcaba ku li Îranê bû mecbûrî ji bo kesên ku ji dervayê Îranê ne û hatine Îranê jî derbasdar bû. Li dijî vê yekê ji li hemû qadan, malan, zanîngehan, kargehan bertekên li dijî rejîmê pêşketin. Di encama ev bertekên ku ji duh heta îro berdewam dikin de li kesayetên wek Werîşe û Pexşan cezayê darvekirinê hat birîn.”

‘Rewşa girtîgehan pir xirab e’

Fatêma Kerîmî bal kişand ser Girtîgeha Evînê ya ku gelek girtiyên siyasî yên Kurd tê de tên girtin û wiha got: “Girtîgeha Evînê girtîgeha herî mezin a Tehranê ye. Binpêkirinên mafên girtiyan herî zêde li vê girtîgehê tên kirin. Tevî ewqas binpêkirinan jî avantaja vê girtîgehê ew e ku odeyên girtiyên jin ên siyasî hene. Jinên li girtîgeha evînê dikarin dan û standinê bi hev re bikin. Lê li girtîgehên din ev piştgirî ne mumkun e, ji ber ku odeyên girtiyan nîn in. Lê ev nayê wê wateyê ku Girtîgeha Evînê rewşeke baş de ye. Lê wek ku me got ji ber ku têkiliya girtiyan heta asteke bi hev re heye binpêkirinên mafan dikarin bên ragihandin. Wek mînak Zeynep Celaliyan li Girtîgeha Yezda ye û ji ber ku tenê ye rewşa wê gelek xirab e, kes dengê wê nabihîse, kes nikare pê re peywendî deyne.”

‘Pexşan û Werîşe wek girtî bi şans in’

Fatêma Kerîmî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek mînak çalekgera Kurd Jîna Muderîs Gorcî ku li girtîgeha bajarê Sine ye ew bi tenê ye. Ji bilî wê tu girtiyên siyasî yên jin tunene. Heke hebin jî li hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Pexşan û Werîşe wek girtî bi şans in ku dengê wan tê bihîstin. Rewşa girtîgehên bajarên Sine û Kirmanşahê ji Girtîgeha Evînê pir xirabtir in. Ji ber vê yekê ye ku em dibên girtina aktivîstên wek Werîşe û Pexşan a li vê girtîgehê baştir e. Jixwe li hemû girtîgehên Îranê serdana malbatan, çûyîna parêzer û wekîlan pir zehmet e.”

‘Berxwedana çalakgeran tim didome’

Fatêma Kerîmî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Wek tê zanîn Dewleta Tirk ji bo PKKyiyan ji doza wan dûr bixe di salê 1980an de wan kir girtîgeha Amedê. Lê PKKyiyan li dijî vê nêzikatiyê girtîgehê kir qada berxwedanê. Bi heman awayî Rejîma Îranê xwest Girtîgeha Evînê ji bo çewisandina jinan bikar bîne lê jinan vê girtîgehê wek qadeke ku karibin dengê xwe bi hev re bêtirs bilind bikin bikar anîn. Çawa ku girtiyên PKKê li girtîgeha Amedê li ber xwe dan û serî netewandin girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê jî dixwazin têkoşîna ku didin nîşanê rejîma Îranê bidin. Dewleta Tirk PKKyiyan wek terorist bi nav dike niha Îran jî bi heman awayê dixwaze çalakgerên Kurd wek terorist bi nav bike. Lê li dijî vê berxwedana çalakgeran tim didome.”

Etîket: AmedEvînFatêma KerîmîÎranJinên KurdKurdMolaRejîma Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

1 GULAN 2026
Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

1 GULAN 2026
Roja 9an a Festîvala Şanoyê bi lîstikên navneteweyî berdewam kir

Roja 9an a Festîvala Şanoyê bi lîstikên navneteweyî berdewam kir

30 NÎSAN 2026
Îranê şampiyonê karateyê bi darve kir

Îranê şampiyonê karateyê bi darve kir

30 NÎSAN 2026
DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

30 NÎSAN 2026
Mihrîcana Şanoyê di roja 8emîn de bi coş berdewam kir

Mihrîcana Şanoyê di roja 8emîn de bi coş berdewam kir

29 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DGD-KON: Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîstin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-Jîna hate damezrandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (12)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne