Îzmîr – Helbestvanê Kurd Îlhan Samî Çomak ê serbest hate berdan, li Îzmîrê bi malbat û hezkiriyên xwe re civiya.
Helbestvanê Kurd Îlhan Samî Çomak di sala 1994an de di 21 saliya xwe de, dema xwendekarê Zanîngehê Stenbolê ya Beşa Erdnîgariye bû bi hinceta endamê “rêxistinê” ye, tevî ku ti delîlên şênber tunebûn jî hatibû girtin. Çomak ê ku bi biryara dadgehê hate berdan li heval û dostên xwe yên bi salan e hesreta wî dikşînin û wî ji bîr nekirin e re civîya. Piştî li Stenbolê, li Îzmîrê jî hunermend, nivîskar û entellektuelên hevalên Çomak ew pêşwazî kirin.