Gelê Riha û Êlihê ji bo li banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di ekrana mezin a LEDê de guhdar bikin gihiştin Qada Şêx Seîd a Amedê.
Şandeya ku ji 7 kesan pêk tê ji bo bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serê sibê çû Girava Îmraliyê. Şandeya ku ji 7 kesan pêk bê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevditin kirin û hevdîtin bi dawî bû. Şandeya ku ji siyasetmedar Ahmet Turk, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, wekîlên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Cengîz Çîçek û parêzerê OHD Faîk Ozgur Erol pêk tê piştî hevdîtinê berê xwe dan Stenbolê. Tê payin ku şande saet di 17.00an de li Stenbole daxuyaniyê bide çapemeniyê û banga bi vîdeo ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike.
Bi hezaran welatiyên ku ji Êlih û Rihayê ji bo banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan guhdar bikin derketibûn rê gihiştin Qada Şêx Seîd a Amedê. Herîkîna gel a li Qadê didome. Her ku diçe kelecan û coş zêde dibe.