• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    ‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

    Li Êlihê banga meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate kirin

    Li Êlihê banga meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate kirin

    Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

    Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

    Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

    Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KURDÎGEH: Em li gel Abdullah Ocalan in

Wan / AW

28 SIBAT 2025 - 17:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar ku di 1emîn Kongreya Asayî ya KURDÎGEHê de axivî, bal kişand ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got: “Di dîroka têkoşîna azadiyê de pêvajoyeke nû dest pê kir.” Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay anî ziman ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan banga dîrokî kir û ew li pey vê bangê ne.

Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) 1emîn Kongreya Xwe Ya Asayî li avahiya xwe ya Taxa Serhedê ya Wanê li dar xist. Eywana ku kongre lê hat lidarxistin, pankarta “Her dem Kurdî, her der Kurdî” hat daliqandin û eywan bi pankartanên kurdî û kulîlkên saziyan ku ji bo pîrozbahiyê şandine, hatin xemilandin. Partiyên siyasî, komeleyên demokratîk ên bajêr, saziyên sivîl û gelek welatî tev li kongreyê bûn. Kongre ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

‘Em li gel Abdullah Ocalan in’

Di kongreyê de ewilî dîwan hat hilbijartin û dû re jî axaftin hatin kirin. Ewilî Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar axivî û kongreya KURDÎGEHê pîroz kir. Heval Dilbihar, bal kişand daxuyaniya duh ji aliyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve hatiye dayîn û got: “Di dîroka têkoşîna azadiyê de pêvajoyeke nû dest pê kir. Ger em çarçoveya daxuyaniyê yên dîrokî, felsefî, neteweyî û gerdûnî bixwînin, em ê bibînin ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Em ji vir careke din dibêjin: Em heta dawiyê li gel birêz Ocalan, stratejî û gotinên wî ne. Birêz Ocalan bi zelalî behsa azadiya hemû nasname, hemû bawerî û çandan kir.”

‘Pirsgirêka sereke tevî zanînê jî neaxivtina Kurdî ye’

Li ser navê Komîsyona Kongreyê ya KURDÎGEHê Sabriye Kanat diyar kir ku pirsgirêka sereke nezanîna Kurdî û tevî ku zanîna Kurdî jî neaxivtine û wiha got: “Ev ne tenê berpirsyariya saziyekê ye, ger civakek zimanê xwe hebe divê wî zimanî zindî bihêle. Dîroka me û têkoşîna me bi hezaran bedelan didome. Divê em destpêkê ji malên xwe dest bi zindîkirina zimanê kurdî bikin. Me rê li ber axaftina Kurdî ya di malan de girtibû, dîsa em divê rê li ber vekin.”

‘Kurdî hebûna gelê Kurd e’

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Gonûl Ûzûnay jî di kongreyê de axivî û diyar kir ku zimanê dayikê ji bo her civakê girîng e û got: “Duh em hemû bûn şahidê rojeke dîrokî. Birêz Ocalan banga aştiyê kir û diyar kir ku her kesên li van xakan dijîn û hemû gelan ev sedsalan in hesreta aştî, wekhevî û biratiyê heye. Di vê bangê de erk û wezîfeya me ew e ku bi meşandina siyaseteke demokratîk xwedî derketina saziyên xwe ye.”

Rêveberiya nû diyar bû

Piştî axaftinan rêveberiya nû hat hilbijartin. Di rêveberiya nû de ji bo hevserokatiyê Arîfe Arslan û Mesût Kertîş, ji bo endamên esil Yavûz Erçakan, Îslam Varhan û Evîndar Akbûlût û ji bo endamên venêrînê yên esil jî Çetîn Ergîn, Zekî Mamûk, Nasrî Sûnkûr hatin hilbijartin. Ji bo endamên esil ên yedek Arzû Kûtlûk, Gokhan Işik, Ozdemîr Ornek, Alî Ataman, Bîrhat Dûman û ji bo endamên venêrînê yên yedek jî Saît Beyaz û Mehdî Gerçeklî hatin hilbijartin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

Polîs pêşwazîkirina Hîkmet Akbaş asteng kir

14 GULAN 2026
Li Stenbolê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

Li Stenbolê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

14 GULAN 2026
KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

KurdFM di 15ê Gulanê de dest bi weşanê dike

14 GULAN 2026
Li Wanê rêzekonserên 15ê Gulanê bi Koma Lez û Bez bi dawî bûn

Li Wanê rêzekonserên 15ê Gulanê bi Koma Lez û Bez bi dawî bûn

14 GULAN 2026
Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

Cejna Zimanê Kurdî bi coşa mihrîcanê hat pîrozkirin

14 GULAN 2026
‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

14 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji zanîngeha Wanê ber bi zozanên Colemêrgê ve rêwîtiya mêşvaniyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyê Hewlêrê: Divê Tirkiye gavên lezgîn biavêje ku aştî li herêmê bi cih bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (370)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne