Rojnameger Îsmaîl Çoban ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatibû girtin, piştî 6 sal û 9 mehan hat berdan.
Rojnameger Îsmaîl Çoban piştî 6 sal û 9 mehan ji girtîgehê hat berdan. Îsmaîl Çoban ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatibû girtin. Îsmaîl Çoban ji Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûya Mereşê hat berdan. Malbata wî û nûnerên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin û qevdek kulîlk danê.
Îsamîl Çoban axaftinek kurt kir û got: “Êrişên li ser Çapemeniya Azad îro pir şênber li ber çavan e. Bi van êrişan dixwazin ser heqîqetê bigirin. Ev zext û zilma heyî nikare me ji rêya me veqetîne. Encama wê çi dibe bila bibe, dibe em bên kuştin, girtin lê wê her dem dengê heqîqetê bi berz were bihîstin.”
DFGê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal berdana Îsmaîl Çoban ragihand û wêneyê wî belav kir.