Amed – Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak li ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan axivî û got: “Divê dewlet nêrîna xwe ye li ser kurdan biguhirîne û kurdan wek welatî bibine. Divê sozên bi Rebêrê PKKê Abdullah Ocalan re hat dayîn hemû di pratîkê de bi cih were.”
Şandeya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk dihat di 27ê sibatê de çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re 4 saetan hevdîtin kir. Piştre şande darbasî Stenbolê bû û daxuyanî da çapemeniyê. Şandeyê li hemberî nêzî 400 rojnamegerî û bi dehan saziyên çapemeniyê peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re parve kir. Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li çar aliyên Kurdistanê li qadan hat guhdarkirin û çavê dinyayê jî li banga Abdullah Ocalan bû. Abdullah Ocalan di banga xwe ya dîrokî de banga çekberdanê kir û ji bo çek bên berdan jî got: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek bêne berdan û PKK xwe fesh bike, divê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”
Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li hemû dinyayê deng veda û gelek aliyên siyasî jî derbarê bangê de daxuyanî dan. Li ser peyama dîrokî Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak û Serokê Baroya Amedê yê berê Cîhan Aydin Ajansa Welat(AW) re axivî.
‘Peyam ji bo aramiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn girîng e’
Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak da zanîn ku banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di rojeva cîhanê de cihê herî girîng digire û got: “Peyama hat dayîn hem ji bo cîhanê û hem jî ji bo hemû civakan di aliyê guhertina pirsgirêkan pir girîng û dîrokî ye. Ji bo aştiya civakê divê ji aliyê qanûnî ve guhertinên girîng bên kirin. Peyam ji aliyê hiqûqî û ji bo aramiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn giring e.”
‘Bangavazî zelal bû’
Serhat Çakmak diyar kir ku destpêka pêvajoyên aştiyê di navbera herdû aliyan de bi baweriyê dest pê dike û wiha got: “Divê ji bo aştî û azadiyê herdû alî jî amede bin. Di mutabakata dolmabahçeyê de fermiyetê de bi devê berpirsiyarên dewletê ve daxuyaniyek hat dayîn û piştî vê serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ‘Ez vê mutabakatê qebûl nakim.’ Ji bo vê piştî amadebûna herdû aliyan divê baweriya wan bi hevdû bê. Bangavazî hat kirin û zelal bû. Divê êdî pratîkên pêşiya demokrasiyê bên vekirin. Divê polîetîkaya qeyûman bi dawî bibe û siyasetmeder neyên girtin. Divê dewlet nêrîna xwe ye li ser kurdan biguhirîne û kurdan wek welatî bibine. Divê sozên bi Rebêrê PKKê Abdullah Ocalan re hat dayîn hemû di pratîkê de cih were.”
‘Divê mafê hêviyê bê cih’
Serhat Çakmak xwest ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo têkiliyê bi derve re dayne derfet bên avakirin û got: “Yê ku vê pêvajoyê heya dawiyê bîne cih Abdullah Ocalan e. Di çi aliyê de gavên çawa bêne avêtin Rêberê PKKê Abdullah Ocalan baştir dizane. Ji ber vê jî divê di vê pêvajoyê de yek bi yek têkilî çêbibe û piştî vê saetê şunde şert û mercên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê guhertin. Di nava qanûna înfazê de mafê hêviyê heye û divê ew maf bê cih.”
‘Ev bar barê kurdan tenê nîne’
Serhat Çakmak diyar kir ku ji bo çareseriyê barekî herî mezin jî dikeve ser saziyên demokratîk û wiha berdewam kir: “Ev bar tenê li ser gelê kurd nîne. Ev guhertin dê bandorê hemû welatiyên Tirkiyeyê bike. Ji ber vê jî divê hemû kes xwedî li pêvajoyê derbikeve û herkes derdora xwe îkna bike. Ji vê saetê û şûnde saziyên demokratîk û siyasî û saziyên din peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan baş bixwîne û di pratîkê de rola xwe rabin. Divê em vê banga dîrokî baş bidin fehm kirin.”
‘Divê dewlet bersîvek lezgîn a çareseriyê bide’
Serokê Baroya Amedê yê berê parêzer Cîhan Aydin jî diyar kir ku di van demên dawî de guhertin û veguhertineke mezin bi guhertina desthilatê li Sûriyê û stratejiya şerê êrîşkar yê Îsraîlê ve girêdayî pêk hat û got: “Kartên li Rojhilata Navîn ji nû ve têne belavkirin. Windakarên mezin hebûn, serketî jî hebûn, ji niha û pê de jî dê kesên ku biserkevin hebin. Pêwîst e banga aştî û demokratîkbûnê ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî weke însiyatîfeke ku rê li ber Kurdan û Tirkan bi hev re ji bo serketinê vedike bê nirxandin. Ji ber vê yekê, divê ku ev bang weke polîtîkaya planên komkujî û jenosîdê pûçkirinê bê dîtin. Ev êdî eşkere bûye ku çareseriyeke ku kurd û tirkan bi hev re tatmîn neke û kêfxweş neke, şansê wê jiyanê lewaz e. Ji ber vê yekê eger daxuyaniya nû ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji aliyê dewletê de bersiveke lezgîn bibîne, di çarçoveya prensîba qezenc-qezencê de, dê pirsgirêk bi awayekî mayînde çareser bibe”
‘Divê dewlet baweriyê bide avakirin’
Cîhan Aydin da zanîn ku divê dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkan baweriyê bide avakirin û wiha got: “Ji bo daxwaza aştiya civakê dewlet neçar e û divê hikûmet bi lezgînî gav bavêje. Tişta herî lezgîn ew e ku divê ragihîne ku ew ê ji niha û pê ve rêzê li îradeya gel nasbike, rejîma qeyûman ji holê rake û ji bo hemû şaredar vegerin li ser erkên xwe rêziknameyekê derxe. Divê demildest operasyonên leşkerî û siyasî bên rawestandin. Divê girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan, girtiyên siyasî jî bi lihevkirina di rejîma înfazê de bên berdan. Ev gav gavên lezgîn in ku di warê ji nû ve avakirina bawerî û aştiya civakî de bên avêtin.”
‘Divê TBMM guhertinên qanûnî bike’
Cîhan Aydin diyar kir ku eger TBMM bixwaze dikare van mijaran nîqaş bike û di nava hefteyekê de guhertinên qanûnî yên pêwîst bike û got: “Li ser van mijaran pêşniyarên qanûnî yên gelek partiyên siyasî hene. Dikarin bi lez û bez vana bixin rojevê, nîqaş bikin, bidin qebûlkirin û bixin meriyetê. Ev karên pir pratîk û bilez in. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî gavên pêwîst in. Di rastiyê de, rejima li Tirkiyeyê li ser sînorê di navbera otorîter û totalîterîzmê de ye. Karê herî dijwar ê pêvajoyên çareseriyan, avakirina baweriyê di navbera aliyan de ye. Ji bo partiyên ku bi salan e şerê hev dikin û behsa aştiyê dikin bawerî, dilpakî û wêrekbûn lazim e. Rêya sazkirina van prensîban bi avêtina gavên xêrxwaziya hev ve girêdayî ye. Yekemîn gava wêrek Rêberê PKKê Abdullah Ocalan avêt. Divê ji niha û pê ve dewlet jî hin gavên xêrê bavêje.”
‘Guhertinên makezagonî jî pêwîst in’
Cîhan Aydin dest nîşan kir ku ji bo daxwazên kurdan yên statuyê bi cih bên û çareseriyeke mayînde bê dîtin, li gel guhertinên qanûnî hin guhertinên makezagonî jî pêwîst in û wiha axivî: “Pêkanîna van guhertinan bi demê re ji bo misogerkirina aştiya mayînde girîngiyek jiyanî ye. Yanî ev mijar ne mijareke ku alî bi konjonkturel lê binerin û bi çareseriyên demborî paşguh bikin. Helbet ne mimkûn e ku pirsgirêka ku xwedî dîroka sed salan e bi yek gavê çareser bibe. Lê ez wisa difikirim ku bi gavên xêrxwaziya hevdû, lihevkirinek li ser mijarên bingehîn bi lez û bez bêyî ku wextê zêde were girtin dikare were bidestxistin. Wekî din, divê neyê ji bîr kirin ku sabotajê ji aliyê kesên ku ji ber sedemên cuda li dijî vê pêvajoya aştiyê ne, heye. Ji ber ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn tim diguherin. Yên ku îro aştiyê dixwazin dibe ku sibê şûrê xwe bikşînin.”