• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Aysegul Dogan: Divê Birêz Ocalan di şertên azad de pêvajoyê bimeşîne

Şirnex /AW

2 ADAR 2025 - 13:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Berdevka DEM Partî Aysegul Dogan di kongreya DEM Partî ya Şirnexê de diyar kir ku ew ê li her derê xwedî li banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan derbikevin û got: “Em li vir dibêjin û bang dikin ku şert û mercên rêzdar Ocalan baş bikin. Guhertin tenê jî têr nake. Em şert û mercên azad dixwazin.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê 2emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywana oteleke navenda bajêr pêk anî. Berdevka DEM Partî Aysegul Dogan, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên DEM Partî yên navçeyên Şirnexê, rêxistinên DBPê yên Şirnex û navçeyên wê, endam û nûnerên saziyên sivîl ên Şirnexê û gelek kes tevlî kongreyê bûn. Eywana otelê bi filameyên DEM Partî hatin xemilandin. Di destpêke de divana kongreyê hat hilbijartin. Li eywana salonê girsê dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Kongrê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest danê bi deqîqeyeke rêz girtinê dest pê kir.

Di destpêke de hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Abdullah Gungen anî ziman ku kongrê guhertinên nû tînê û got: “Kelecana me wê hertim berdewam bike û em ê bi rêveberiya nû re jî bi hev re bixebitin. Me hewl da bibin layiqî gel. Niha şûnva jî em ê mil bi mil bixebitin.”Piştre jî hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nurcan Alturk axivî. Nurcan Alturk jî anî ziman ku heta encamê bigirin dê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Ew bangvazî tê wateya afirandina jiyaneke nû’

Berdevka DEM Partî Aysegul Dogan jî bi lêv kir ku kongreya wan mizgîniya rojên xweş e û got: “Em di destpêkê de silaveke mezin li vir bişînin Girava Îmraliyê. Rêzdar Ocalan di nav şert û mercên giran û tecride de rûpeleke nû ya dîrokî ji bo hemû gelen Rojhilata Navîn vêdike. Birêz Ocalan bangavaziya aştiyê kir. Ew bangvazî tê wateya afirandina jiyaneke nû. Ew bangavazî têkoşîneke dîrokî jî hewce dike. Îro pêdiviya civakê ya aştî û aramiyê heye. Me digot edî bes e em azadî û aştiyê dixwazin. Me digot li ser erdnîgariya Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek bîr, bawerî, ziman û çand hene. Em ji bo zimanê xwe azadiyê dixwazin. Lê di heman demê de ji bo zimanê hemû netewan jî azadiyê dixwazin. Bangavaziya Rêzdar Ocalan jî afirandina civakeke demokratik e. Li hemû Rojhilata Navîn û dinyayê 3 rojin doza Kurdan û banga rêzdar Ocalan tê axaftin. Ew deng di zindaneke de di nav tecride de derket. Bi hez û baweriya me derket. Ji îro û şûn ve jî divê em xwedî derketin û baweriya xwe mezintir bikin. Rêzdar Ocalan dibêje rê û rêbazên xwe ji bo civak nexetime xwe rêxistin bikin û tîfaqa xwe xurt bikin.”

‘Em ê li her derê xwedî li banga civaka demokratik derbikevin’

Aysegul Dogan axaftina xwe wiha domand: “Tu kesî bawerî bi aştiyê nedianî. Li her derê Kurdistanê êriş û şer hebû. Me peyama birêz Ocalan bi hêz û coş pêşvazî kir. Pêşvazîkirin di heman demê de kiryarên me ne. Divê em li vê bangaziyê xwedî derkevin. Yên ku li dijî vê pêvajoyê derdikevin ne aştîxwez in. We wêneyê rêzdar Ocalan û hevalên li cem wî jî dît. Wêne sekn û rewşa rêzdar Ocalan û hevalên wî ji me re vegot. Zilm û zora vê pergalê di wî wêneyî de zelal bû. Gel dibêjin wê kengî tecrîd rabe. Em li vir dibêjin û bang dikin ku divê şert û mercên rêzdar Ocalan biguhere. Guhertin tenê jî têr nake. Em şert û mercên azad dixwazin. Ew pêvajo divê bi rêbertiya wî bê meşandin. Hin kesên ku şert û mercên wan azad bibin û bixebitin hinek jî di nav tecride de bixebite nabe. Ji bo wê divê tecrîd rabe. Hemû kes dibêjin ji aliyekî ve qeyûm, êriş û girtinin ji aliyê din jî pêvajo. Em jî dibêjin. Avakirin ne hesan e. Wext û dem lazim e. Ew jî giredayî xîrate me ye. Yê ku zindanan vala bike û testeser kirina vîna gel bisekinîne û bingehe azadiya gelan pêk bîne gel bi xwe ye. Lewra divê em xwe bawerbin. Me çi bi destxistiyê bi têkoşînê bi destxistiyê. Ji bo wê li dijî kesên ku dixwazin vê pêvajoyê xirabikin û vê derfeta dîrokî winda nebe guhê xwe ji wan bigrin. Çavkaniyên xwe bişopînin. Em ê li her derê xwedî li banga civaka demokratik derbikevin.”

Rêveber û hevserokên nû hatin hilbijartin

Girtiyan ji girtîgehê peyam şandin û di peyama xwe de wiha gotin: “Em wek gel û rêxistin pêvajoyeke girîng û watedar de derbas dibin. Hûn jî di vê pêvajoya dîrokî de kongreya xwe li dardixînin em jî ji wê re serkêftinê dixwazin.” Her wiha pêyama parlamentera berê ya Şirnexê ya berê Nuran Emîr hat xwendin.

Piştî axaftinan raporên malî û failiyetê hatin xwendin. Piştî xwendina raporan jî hevserok û rêveberiya nû ya rêxistina DEM Partî ya bajarê Şirnexê hat hilbijartin. Di destpêke de rêveberiya nû û lîjneya dîsîplînê hat hilbijartin û piştre jî Ramazan Uysal û Taybet Bilgî ji bo hevserokên nû hatin hilbijartin.

Kongre bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 486 kes hatine kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 486 kes hatine kuştin

9 ADAR 2026
Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

9 ADAR 2026
Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

9 ADAR 2026
‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

9 ADAR 2026
Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

9 ADAR 2026
Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne