• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Otomatik taslak

    Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Egîd Roj: Armanc dagirkirina tevahiya Sûriyeyê ye

Mahmût Altintaş /AW

3 KANÛN 2024 - 08:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Rojnameger Egîd Roj ku geşedanên li Helebê ji nêz ve dişopînê bi lêv kir ku li pişt êrişên komên çekdar Tirkiye heye û got: “Armanc dagirkirina tevahî Suriye û qîrkirina gelan e. Lê li dijî van êrişan berxwedeneke dîrokî heye û gel axa xwe diparêze.”

 

Di 26ê Mijdarê de Heyet Tahrîr El- Şam (HTŞ) derdora Helebê ku di bin kontrola rejîma Suriyeyê de ye girt. Êrişên ku li gundan destpêkirin piştî ku lêşkerên rejîma Suriyeyê vêkişiyan belavî qadeke fireh bûn û Heleb ji aliyê HTŞê ve hat dagirkirin. Her wiha li Helebê hezên Rusya û Îranê jî hebûn. Piştî êriş destpêkirin hezên wan jî vêkişiyan û bajarê Helebê ji wan komên çekdar re hiştin. Piştî dagirbûna Helebê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê welatiyan li berxwe dan û taxa xwe parastin. Yekiniyên Parastina Gel (YPG) ku piştî dagirbûna Helebê ji bo parastina gel derbasî Helebê bû bi vêkirina kolîdor ve gelek welatî derbasî Qamişlo kirin.

 

Piştî 6 rojan komên çekdar vê carê berê xwe dan Tilrifat û Şehbayê. Piştî komên çekdar êrişî Tilrifat kirin YPG derbasî herême bû û xwest bi vêkrina korîdoreke gel ji êrişan biparêze û li wir jî bi gelê herême ve dest bi şerê xwe parastinê kirin. Şerê xweparastinê yên welatiyên Şehbayê berdewam dike. Piştî ku YPG pêşiya komên çekdar girt vê carê Tirkiyeyê bi êrişên hewayî welatiyên sivîl hedef girtin. Li herême heta niha êriş berdewam dikin. Li dijî êrişan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê seferberî ragihand û ji bo li pêşiya komên çekdar bên girtin dest bi şerê xwe parastinê kirin. Rojnameger Egîd Roj ku li herêmê dixebite û geşedanan ji nêz ve dişopîne rewşa dawî ya êrişan ji Ajansa Welat re vegot.

‘Tirkiyeyê li pişt wan çeteyan e’

Rojnameger Egîd Roj bi lêv kir ku êrişên HTŞ yên di 27ê Mijdarê de destpêkirinê bi piştgiriya Tirkiyeyê pêkhatiyê û ev tişt gotin: “Ew êriş bi HTŞê dest pê kir lê di rastiyê de hemû jî komên çeteyên giredayî Tirkiyeyê ne. Ew êriş bi dagirkirina Helebê destpêkirin. Di destpêke de êriş li çend gundên Helebê pêk hatin û piştrê jî ew êriş berfireh bûn. Li wan deveran Rusya, Îran û rejîma Suriyeyê hebû. Hezên wan li dijî HTŞê şer nekirin û ew dever radestî hezên HTŞê û komên çekdar ên wir kirin. Piştî ew der ketin bi kontrola wan vê carê berê xwe dan herêma Tilrifat û Îdlîbe. Heleb tevahî hatiyê dagirkirin. Piştî Heleb dagirkirin ala Tirkiyeyê li qela Helebê daliqandin. Ew yek jî nişan dide ku pişt van êrişan Tirkiye heye. Ew dagirkerî jî di çerçoveya planên Tirkiyeyê yên Mîsak-î Millî pêk hat.”

‘Armanc dagirkirina tevahiya Suriyeyê ye’

Egîd Roj destnîşan kir ku armanc dagirkirina tevahiya Suriyeyê ye û wiha pêde çû: “Hezên Rejîme, yên Îranê û Rusyayê li vê deverê şer nekirin. Ew der ji çeteyan re hiştin û reviyan. Li devera Helebê welatiyên Kurd ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li ber xwe didin. Welatiyên li wan taxan di destpêka Şoreşa Rojava de jî li ber xwe dabûn. Ji îro jî ew dîrok berdewam dike. Tê xwestin hemû gelên li Suriyeyê di qîrkirineke de bên derbas kirin. Armanc talan kirina herêmeyê. Li dijî vê yekê gelê Kurd li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefye li ber xwe dide û xwe diparêze. Derdora Helebê ji bilî wan her dû taxan tevahî hatiyê dagir kirin. Lê li wê taxê ew çend roj in Kurd berxwedaneke dîrokî didin.”

‘Berxwedaneke dîrokî heye’

Egîd Roj diyar kir ku ji ber êrişên komên çekdar li Tilrifat û Şehbayê û gelê herême koçber dibin û ev tişt anî ziman: “Çawa ku di sala 2018an de gelê Efrînê ji ber êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê koçberî Şehba û Tilrifat bûn vê carê jî ji ber êrişên çeteyên giredayî Tirkiyeyê li Şehba û Tilrifat jî koçber dibin. Dîrok xwe careke din dubarê dike. Dîsa koçberî li ser gelê Kurd hatiyê ferz kirin. Weke wê carê îro jî ew hezên garantor gelê me tenê hiştin. Îro jî gelê Kurd bi tenê li ber xwe dide. Hezên garantor bêdengin. Lêşkerên rejime reviyan. Tenê gelê Kurd li berxwe dide. Niha hezên Rizgariya Efrînê, YPG û YPJ îro hemû gelên Suriyeyê diparêze. Li Şehba jî heta niha berxwedan didome. Gel li ber xwe dide. Hemû cihan li dijî van êrişan bêdengê. Li vir berxwedaneke dîrokî heye. Niha li Şehba ji bo ewlehiya gel kolîdorek hatiyê vêkirin û gel derbasî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dibe.”

‘Gel ji Rêveberiya Xweser bi bawer e’

Egîd Roj bal kişand ser metirsiya êrişan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke pêşya van êrişan nayê girtin tevahî gelên Suriyeyê wê di qîr kirineke de derbas bibin. Ji ber wê jî îro xweparastina civakê rewşeke jiyaniye. Yanî heke xwe parastina gel tunebê weke Helebê cihên din jî wê bên dagirkirin. Rêveberiya Xweser jî di van rojan de daxuyanî da ku ew li dijî hemû cureyên êrişan amade ne. Ji ber wê jî baweriya gel bi Rêveberiya Xweser heye û gel bi hêvî ye. Ji ber wê jî li her derê li ber xwe dide û axa xwe diparêze.”

 

 

 

 

 

 

Etîket: HelebHTSRojavaSehbaSûriyeTilRifatTirkiyeYPGYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

14 GULAN 2026
Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

14 GULAN 2026
Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026
Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

6 GULAN 2026
KJKê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJê’ kir

KJKê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJê’ kir

4 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga siyasetmedaran: Em ji bo meşê deng û hêza xwe bikin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (413)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne