Şaredariya Cizîrê bi boneya 8ê Adarê Roja jinan a Cihanê şahiya dengbêjan li dar xist.
Şaredariya Cizîrê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li eywana konferansa Şaredariyê bernameya şahiya dengbêjan li dar xist. Di şahiyê de dengbêjên jin derketin ser dikê. Dengbêj Hediye, dengbêj Xalide û dengbêj Mukades li ser dîkê stranên xwe gotin. Gelek jin tevlî şahiyê bûn. Jinan bi kêfxweşî stran guhdarkirin û şeveke xweş derbas kirin.