• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Kemal Kiliçdaroglu îxrackirina 9 parlamenteran xwest

    Kemal Kiliçdaroglu îxrackirina 9 parlamenteran xwest

    Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

    Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

    Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

    Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

    Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

    Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

    Hevşaredar Dogan Hatûn: Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

    Hevşaredar Dogan Hatûn: Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îbrahîm Şêxo: 300 hezar kes amadekariya vegera Çiyayê Kurd dikin

Navenda Nûçeyan /AW

13 ADAR 2025 - 12:59
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku nezî 300 hezar welatî amadekariyê dikin ku vegerin Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî

Di 10ê Adarê de HSD û HTŞê peymana ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Piştî vê peymatê tê payin ku welatiyên ji cih û warên xwe koç bûne dîsa vegerin warên xwe. Hêzên Sûriya Demokratîk û rêveberiya demî ya Şamê piştî di 10ê Adarê de peyman îmze kirin, rê li pêşiya vegera welatiyan vekir. Xala; “Misogerkirina vegera hemû Sûriyeyiyên koçberbûyî li bajar û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyê ve” rê vedike ku welatî êdî dîsa li cih û warên xwe vegerin. Pişti vê peymanê gelê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dest bi amadekariyan kirin ku li warên xwe vegerin.

Tirkiyeyê di 20ê çileya 2018an de bi balafir, tang û topan li dijî gelê Efrînê şer îlan kir û piştî 18ê Adara 2020an bi temamî Efrîn dagir kir. Ji ber êrîşa li dijî Efrînê zêdeyî 300 hezar welatiyên Efrînê ji cih û warên xwe koç kirin. Dîsa salek şûnde artêşa Tirkiyeyê Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kir û bi sed hezaran welatî ji cih û warên xwe koç bûn. Piştî di 10ê Adarê de di navbera HSD û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de peyman hat îmzekirin, rêya ku welatiyên koç kirine vegerin axa xwe vebû. Têkildarî mijarê Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî re axivî û diyar kir ku hemû gelên Rêveberiya Xweser bi coşeke mezin lihevhatinê pêşwazî dikin. Îbrahîm Şêxo diyar kir ku gelan ji bo vegera wan li benda pêngava ku ji aliyê rêveberiyê ve hatiye avêtin e.

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku ew nizanin rewşa amadekariyan çi ye û wiha got: Em dizanin ku ji bo vê yekê wê komîteyek bê avakirin. Li gorî ku me bihîst, Tirkiye û hêzên wê yên dagirker li Efrînê û komên çekdar ên girêdayî rejîma heyî ya Şamê civînek li dar xistin. Di vê civînê de du mijar hatin zelalkirin. Yek jî ew e ku komên paramîlîter ên Tirk girêdayî Artêşa Sûriyeyê ne. Ya din jî vekişandina komên çekdar ji herêmên sivîl ku gund û navenda bajêr jî di nav de ne. Çalakiyên van koman li herêma Efrînê hê jî dewam dikin. Mijarên ku nehatine zelalkirin hene. Tirkiyeyê gavên pêwîst neavêt, lê belê amadekariyên ji bo vegerê bi hemû leza xwe dewam dikin. Bi peymana nû re berpirsyariyên vê yekê xistin stuyê rejîma nû.”

Îbrahim Şêxo destnîşan kir ku ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 300 hezar mirov li benda vegera axa xwe ne û wiha axivî: “Piştî dagirkirina Til Rifat-Şehba, bi qasî 85-90 hezar gelê Efrînê neçar man ji vir koç bikin. Li gelek cihan bi taybetî li Helebê kesên ji Efrînê hene. Em difikirin ku zêdetirî 300 hezar kes vegerin. Bi mehan e em li benda erêkirina rêziknameya qanûnî ya têkildarî vegerê ne. Ji aliyekî ve em li benda Rêveberiya Xweser man, li aliyê din jî bêguman em li benda pêngavên rêveberiya heyî man. Em niha hem di asta neteweyî hem jî di asta navneteweyî de li benda misogeriyê ne. Di vê wateyê de em dibînin ku gavek hatiye avêtin. Lê belê em ê di demeke nêz de vê pêvajoyê di warê mafên mirovan û hiqûqî de bişopînin. Divê baş were zanîn ku ne tenê gel ji Efrînê koç kir, Efrîn jî hate talankirin. Em dizanin ku yên piştre li wir bi cih bûne jî dema ji wir derketine malên Kurdan talan kirine. Em dikarin bibêjin ku tenê dîwarên di malên Kurdên Efrînê de mane, wê îro li wan vegerin. Mafê her mirovî heye ku li ser axa xwe bijî. Gelê Efrînê mîna kokên darên zeytûnê bi çiyayên Kurdan ve girêdayî ye. Her wiha em hêvî dikin ku Newroza 2025’an bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe Newroza azadiyê. “

Etîket: EfrinÎbrahim Şêxo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

29 GULAN 2026
Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

29 GULAN 2026
Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

27 GULAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026
Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

19 GULAN 2026
Parlamenter Ceylan Akça rewşa koçberên Efrînê bir rojeva Meclîsê

Parlamenter Ceylan Akça rewşa koçberên Efrînê bir rojeva Meclîsê

29 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 10ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ruştu Tîryakî: Îro roja avêtina gavan û çêkirina qanûnan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî: Em ê pergala qeyiman pûç bikin, hevserokatiyê belavî her qadê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (284)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne