• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel û şahî li dar xistin

    Ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel û şahî li dar xistin

    ‘Têkoşîna cangoriyan ji bo me nexşerê ye’

    ‘Têkoşîna cangoriyan ji bo me nexşerê ye’

    ÎHDê li Newala Qesaba gazî kir: Divê çarenûsa hemû windayan bê eşkerekirin

    ÎHDê li Newala Qesaba gazî kir: Divê çarenûsa hemû windayan bê eşkerekirin

    Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    Atîlla Yenîsoy: Heta ke Serek Apo azad nêbo, aştî şaşitî ya

    Tevî ku astengdar e jî aştî û azadiyê qîr dike: Divê dewlet zû gavan biavêje

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel û şahî li dar xistin

    Ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel û şahî li dar xistin

    ‘Têkoşîna cangoriyan ji bo me nexşerê ye’

    ‘Têkoşîna cangoriyan ji bo me nexşerê ye’

    ÎHDê li Newala Qesaba gazî kir: Divê çarenûsa hemû windayan bê eşkerekirin

    ÎHDê li Newala Qesaba gazî kir: Divê çarenûsa hemû windayan bê eşkerekirin

    Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    Atîlla Yenîsoy: Heta ke Serek Apo azad nêbo, aştî şaşitî ya

    Tevî ku astengdar e jî aştî û azadiyê qîr dike: Divê dewlet zû gavan biavêje

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ derçû: Şakara ber serê her Kurdekî ye

Bilal Guldem / AW

4 KANÛN 2024 - 08:09
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Akademiya Ma Musicê mohra xwe li bin xebatek din a muzîka Kurdî da û pirtûka “Repertuara Stranbêjiyê” çap kir. 50 stranên zarokan û 60 stranên gelêrî, koda QR û notayên stranan di pirtûkê de cih digirin. Şêrko Kanîwar diyar kir ku her kes dikare sûdê ji pirtûkê werbigire û got: “Ev şakara ber serê her Kurdekî ye.”

Akademiya Ma Musicê ji bo perwerdehiya stranên Kurdî “Repertuara Stranbêjiyê” çap kir û mohra xwe li bin xebatek hêja û dewlemend a muzîka kurdî da. Pirtûk ji aliyê Weşanên Mayê ve derçûye. Pirtûk ji hêla xebatkarên Ma Musicê ve hatiye amadekirin û edîtoriya wê Ramin Rabiei kiriye û hunermend Şêrko Kanîwar jî Derhêneriya Weşanê kiriye.

Peyvên stranê, Koda QR û notaya stranê

Gelek hunermend û stranbêjan jî piştevaniya amadekirina pirtûkê kirin e. Yek bi yek malovaniya wan hatiye kirin. Pirtûk ji 232 rûpelan pêk tê. Peyvên stranê û notaya stranê di rûpelên miqabilî hev de hatine nivîsandin. Taybetmendiya vê pirtûkê ango stranên hatine nivîsandin ew e ku QR Kodu ango Koda QR hatiye li ber hatiye danîn. Guhdarek stranê dema Koda QRê bixwîne rasterast di YouTube de diçe guhdarî û temaşekirina stranê.

Wê berdewamiya pirtûkê were amadekirin

Di pêşgotina pirtûkê de jî hatiye gotin; Pirtûk ji du beşan pêk tê. Yek jê Stranên Zarokan e, ya din jî Stranên Gelêrî ne. Ev pirtûk tenê ne ji bo zarokan hatiye amadekirin, her kesên bi stranan û muzîkê re mijûl e dikare sûdê ji pirtûkê werbigire.

Akademiya Ma Musicê hewl daye ku ji zaravayên Kurdî û herêmên cur bi cur ên Kurdistanê stranan hilbijêr e. Her wiha akademî dibêje; Bêguman wê di xelekên berdewama vê pirtûkê de tepertuar berfirehtir bibe. Di pêşgotinê de ev yek jî hatiye destnîşankirin; “Em zanin ku ev ne tene pirtûkek e, ji bîra me ya çandî re silavek e…”

Pirtûk li standê li benda hezkiriyên muzîka Kurdî ye

Pirtûk beriya 8emîn Fuara Pirtûkan a Amedê bi çend rojan der çû û niha li ser standa Weşanên Ma Musicê a fuarê li benda xwîner û hezkiriyên muzîka kurdî ye.

Koordînatorê Akademiya Ma Musicê Şêrko Kanîwar derheqê pirtûkê de ji ajansa me re axivî.

Şêrko Kanîwar bi bîr xist ku beriya vê pirtûkê dema ew li Konservatura Aram Tîgran bûn, pirtûka bi navê “Stranbêjiyê û çanda dengbêjiyê” çap kiribûn û ji bo dersa ango perwerdehiya zarokan a stranbêjiyê wê çaxê amade kiribû. Şêrko Kanîwar anî ziman ku piştî qeyûman, Ma Music ava kirin û hemû xebatên wan ketin bin banê Mayê.

Kanîwar: Armanc xurtkirina bîra stranên Kurdî ye

Şêrko Kanîwar destnîşan kir ku pêdivî pê hebû ku pirtûk bê revîzekirin û got: “Me navê wê guhert. Me ji havînê ve heta niha stran û notayên wan ji bo pirtûkê amade dikir. Cara din me pirtûkê kategorîze nekiribû, lê me vê carê pirtûkê kategorîze kir. Beşek bi taybetî stranên ji bo zarokan hatine amadekirin. Beşek din jî stranên gelêrî ne. 50 stranên zarokan e, 60 heb stranên gelêrî ne. Bi giştî 110 stranên têde hene. Rasterast ji bo perwerdehiya zarokan dikare sûd jê bê girtin. Lê belê helbet ne tenê ji bo zarokan e. Ji bo perwerdekarên muzîkê ye. Ji bo perwerdekarên muzîkê ye, ji bo hemû hemû perwerdekarên muzîka kurdî ye. Her stran li aliyekî rûpelê peyvên wê û çavkaniya wê heye, li alyekî din ê rûpelê jî nota stranê heye. Di bin stranê de jî QR Kodu heye. Ji bo ku ev pirtûk ji kesên muzîkjen, amûrjen re bibe referans. Pirtûka me kar hêsan kiriye. Armanca vê pirtûkê û kodên QR xurtkirina bîra stranbêjiyê û stranên Kurdî ye.”

Pirtûk bi zaravayan xemilî ye

Şêrko Kanîwar da zanîn ku di pirtûkê de bi zaravayên Kurmancî, Zazakî, Soranî stran hene û stranek lorî ya zarokan têde heye. Şêrko Kanîwar got ku tenê 24 stranên Zazakî yên zarokan di pirtûkê de hene.

‘Şakara ber serê her kurdekî ye’

Şêrko Kanîwar anî ziman ku ev pirtûk bi vê naverokê û konseptê ji pirtûka wan a berê pirr berfirehtir e û ev yek anî ziman: “Vê carê stranek me ya Êzidî Şerfedîn têde heye. Strana muzîka Kurdên me yên Elewî semah têde heye. Wê xeleka duyemîn a vê pirtûkê jî bê amadekirin. Em ê hewl bidin rengên hemû beşên Kurdistanê û taybetmendiyên muzîka Kurdî di beşa duyemîn a pirtûkê de bicih bikin. Divê pirtûk bigihîje hemû malên Kurdan. Ne tenê ji bo zarokan e. Divê şakara ber serê her kurdekî be.”

Malbatên şagirtan jî piştevaniya wan kirin e

Şêrko Kanîwar diyar kir ku hemû xebatkarên Mayê di xebata pirtûkê de cih girtin e û got: “Me têr nekiriye, ji bo deşîfrasyonkirina stranan malbatên şagirtên me jî piştgiriya me kirin. Ev pirtûk encama tecrûbeyên me yên Ma Musicê ye.”

Lansmana pirtûkê 7ê mehê ye

Şêrko Kanîwar destnîşan kir ku 7ê Kanûnê saet di şeşan de li Salona Firatê ya fuarê wê lansmana pirtûkê bê kirin.

Etîket: AkademiAmedFuar PirtukanKonservatuara Aram TigranKurdKurdîKurmanciMa MusicQeyûmRepertuarRepertuara StranbêjiyêŞerko KaniwarSoranistranZazaki
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê konsera pirzîmanî hat lidarxistin

Li Amedê konsera pirzîmanî hat lidarxistin

17 GULAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

16 GULAN 2026
Forûma Aştî û Azadiyê bi dawî bû

Forûma Aştî û Azadiyê bi dawî bû

16 GULAN 2026
Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

16 GULAN 2026
Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

16 GULAN 2026
Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelê Wanê ji bo aştiyê meşiya: Gel li benda gavan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja ewil a Sempozyûma Kurdî qediya: Mamosteyên Rojava rewşa ziman vegotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formaya Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (450)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne