Li Stenbolê pîrozbahiya Newroza Dîrokî ku bi sed hezaran kes beşdar bûn bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. Piştî pîroz bi dawî bû bi deh hezaran meşiyan.
Pîrozbahiya Newrozê ya ku li Stenbolê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hat lidarxistin û bi sed hezaran kes beşdar bûn, bi dawî bû. Piştî Hunermend Kadîr Çat, ekîba def û zurneyê derket ser dikê. Bi sedhezaran kesî li bi def û Zurneyê govend gerand û bi dilê xwe kêf kirin. Piştre pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Piştî pîrozbahiyê meş
Girseya ku ji qadê derketî, li Yenîkapi û Samatyayê kom bûn û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meşiyan. Ciwan heta derketina Samatyayê jî bi sirûda Çerxa Şoreşê meş li dar xistin.