• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Urdunê entegrasyon nîqaş kirin

    Li Urdunê entegrasyon nîqaş kirin

    Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve ket rê

    Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve ket rê

    Piştî qeyim dest danî ser di nava çopê de man

    Piştî qeyim dest danî ser di nava çopê de man

    ROJEVA 28ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 28ê TEBAXA 2025an

    Şaredariya Cizîrê bi jinan re civiya û pirsgirêkên gel guhdar kir

    Şaredariya Cizîrê bi jinan re civiya û pirsgirêkên gel guhdar kir

    Meral Daniş Beştaş: Di meseleya kurdî de siyek li ser xebatên meclise heye 

    Meral Daniş Beştaş: Di meseleya kurdî de siyek li ser xebatên meclise heye 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Urdunê entegrasyon nîqaş kirin

    Li Urdunê entegrasyon nîqaş kirin

    Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve ket rê

    Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve ket rê

    Piştî qeyim dest danî ser di nava çopê de man

    Piştî qeyim dest danî ser di nava çopê de man

    ROJEVA 28ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 28ê TEBAXA 2025an

    Şaredariya Cizîrê bi jinan re civiya û pirsgirêkên gel guhdar kir

    Şaredariya Cizîrê bi jinan re civiya û pirsgirêkên gel guhdar kir

    Meral Daniş Beştaş: Di meseleya kurdî de siyek li ser xebatên meclise heye 

    Meral Daniş Beştaş: Di meseleya kurdî de siyek li ser xebatên meclise heye 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PAJK: Em ê bi şitlên daran xwezaya xwe geş bikin

Navenda Nûçeyan /AW

31 ADAR 2025 - 11:09
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
PAJKê rojbûna 76an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got; “Çawa ku her sal em dikin, îsal jî em ê bi çandina şitlên nû xaka xwe, xwezaya xwe geş bikin û xwezaya xwe ya civakî jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şîn bikin.”

Koordînasyona Partiya Jinên Azad ên Kurdistanê (PAJK) têkildarî 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. PAJKê di daxuyaniyê de wiha got: “Em rojbûna 76an a Rêber Apo pîroz dikin ku ji jinan û gelan re bû mizgînî. 4ê Nîsanê li jinan û her kesî pîroz dikin ku vê mizgîniyê silav dikin. Em 4ê Nîsanê bi taybetî jî li zarokan pîroz dikin ku coş û pakbûna jiyanê ne, bi ken û dilê xwe yê paqij hezkirinê mezin dikin. 4ê Nîsanê ku bi cejna zarokan, bi çandina daran û festîvalê tê pîrozkirin, di heman demê de peymaneke me ya bi zarokan re ye. Soza me ye ku em ê jiyana wan biparêzin, hesabê ji kujerên Narînan bipirsin, paşerojeke hîn bedew, azad û xwezayeke hîn geş ji wan re bihêlin.”

PAJKê di daxuyaniyê de wiha berdewam kir: “Di şexsê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag de ku sala 2009an di êrîşa desthilatdariya AKPê ya li ser pîrozbahiyên 4ê Nîsanê de şehîd bûn, em hemû şehîdên demokrasiyê bi bîr tînin.”

PAJKê bi vî rengî dewam kir: “4ê Nîsanê ji bo jinan, gelan û mirovahiya cîhanê mîladek e. Rêber Apo têkoşîn û karakterê nasnameya sosyalîst weke têkoşîna azadiyê ya jinê diyar kir. Bi Şoreşa Jinê re ku ji bo wê digot ‘Karê min ê herî nadîde’ weke hêza sereke ya têkoşîna civakî nêzî jinê bû. Têkoşîna azadiya jinê kir esasê kûrbûn û fikrê xwe, bi vî rengî pêngaveke nû ya dîrokî afirand. Ragihandina Îdeolojiya Rizgariya Jinê ji aliyê Rêber Apo ve, formula Jin, Jiyan, Azadî û pêngava jineolojiyê kir ku dîroka mêtingeriyê ya baviksalariyê ronî bibe û aqlê mêr ji binî ve hejand. Têkoşîna azadiyê ya jinê ji aliyê teorîk-pratîkî ve bi pêş ve bir. Şaristaniya pênc hezar salî ya bi mohra mêr bi şoreşa jinê serûbin kir, paradîgmaya vê yekê ava kir û mizgîniya serdema jinê da. Lewma rojbûyîna Rêber Apo rojbûyîna me ya azadiya jinê ye.

Rêber Apo hîn di zarokatiya xwe de çewtî, nakokî û pirsgirêkên civakî dît û pîvanên xwe yên redkirinê yên destpêkê diyar kir. Guh da hestên pak û paqij ên cîhana xwe ya zarokatiyê û bû dengê wijdanê qet bêdeng nabe. Da ser şopa gumanên xwe yên bê dawî, exlaqê civakî weke demokrasî, azadî û wekheviyê parast. Bi ragihandina PKKê re ku kifşkirina Kurdîtiyê ya ku navê xwe jî ji aliyê dewleta Tirk a netewe ve hate qedexekirin û civak bê ziman hate hiştin, her wiha biryara têkoşîna di oxira wê de bû, hebûna azadiyê ya gelê Kurd pêk anî. Weke vejîna gelê Kurd, bûyîna duyemîn pêk anî. Lewma 4’ê Nîsanê rojbûyîna gelê Kurd e.

Bi xeta sosyalîzma demokratîk ku temsîl dike, cîhaneke azad li dijî mêtingeriya kapîtalîzmê timî parast. Ji bo hemû hêzên dijberê sîstemê û hêzên modernîteya demokratîk ên ku dibêjin ‘cîhaneke nû pêkan e’ bû çavkaniya sûdwergirtinê. Avabûna şaredariya demokratîk bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk ekolojîk afirand û bi vî rengî bûyîna civakî ya sêyemîn pêk anî. Kûrbûna vê astê ya gel û dîrokê di kesayetiya şexsekî de bû nasnameya şênber a Rêber Apo. Berdêla rabûna Rêber Apo ya li hemberî hêzên komploger û mêr ê zalim, dîlgirtina li Îmraliyê bû. Ev dîlgirtin dîlgirtina me hemûyan e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me hemûyan e, azadiya her kesî ye.

Çawa ku her sal em dikin, îsal jî em ê bi çandina şitlên nû xaka xwe, xwezaya xwe şîn bikin û û xwezaya xwe ya civakî jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo geş bikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê ya li ser bingeha azadiya Rêber Apo bang û sekna me ya pêşwazîkirina 4ê Nîsanê ye. Em meşa jin û ciwanan a Amarayê silav dikin ku pêşengiyê ji pêvajoyê re dikin û bang dikin ku bi ruhê 8ê Adarê û Newrozê tevlî vê meşê bibin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Urdunê entegrasyon nîqaş kirin

Li Urdunê entegrasyon nîqaş kirin

28 TEBAX 2025
Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve ket rê

Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve ket rê

28 TEBAX 2025
Li ser zayenda civakî atolyeyan li dar dixe

Li ser zayenda civakî atolyeyan li dar dixe

28 TEBAX 2025
Piştî qeyim dest danî ser di nava çopê de man

Piştî qeyim dest danî ser di nava çopê de man

28 TEBAX 2025
Berê li vê kolanê dengê çakuçan bilind dibû

Berê li vê kolanê dengê çakuçan bilind dibû

28 TEBAX 2025
ROJEVA 28ê TEBAXA 2025an

ROJEVA 28ê TEBAXA 2025an

28 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (409)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne