Danişîna yekemîn a doza 10 jê rojnameger 14 kesên ku kuştina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kiribûn û tên darizandin, hat lidarxistin. Bi hinceta ku mutalaya dozê were amadekirin, danişînê taloqî 27ê Gulanê hat kirin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn 19ê Kanûna 2024an di êrişa SÎHA Tirkiyeyê de dema ji Bendava Tişrînê ji şopandina nûçeyê vedigeriyan hatibûn kuştin. Roja 21ê Kanûna 2024an komek rojnameger xwestin li Meydana Şîşhaneyê ya Stenbolê kuştina rojnamegeran protesto bikin. Polîsan êrişî rojnamegeran kiribû û 10 rojnameger û 4 welatiyan kiribû binçavan. Derbarê 10 rojnameger û 4 welatiyan de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Rojnamegerên tên darizandin, her çar welatî, endam û nûnerên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, DÎSK Basin-Îş û Komeleya Xebatkarên Medya û Hiqûqê (MLSA) û gelek rojnameger beşdarî danişînê bûn.
Rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papîla, Pinar Gayip, Serpîl Unal, welatî Îmam Şenol û Haci Ugîş bi îdiaya “propganda rêxistinê” û “muxalefeta li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan” tên darizandin. Rojnameger Zeynep Kuray, Yadîgar Aygun, Mahsûm Saglam û welatî Pelîn Laçîn û Yagmûr Filîz jî bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan” tên darizandin. Şandeya dadgehê yên ku tenê bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan” tên darizandin, bi biryara “bêwezîfetiyê” doza wan şand Dadgeha Asliyeyê.
Rojnamegerên tên dairazandin û parêzerên wan parastinê kirin û diyar kirin ku çalakiya wan li dar xistiye ne sûc e û ji şandeya dadgehê xwestin biryara beraetê bê dayîn. Her wiha hat xwestin biryara qedexeya derketina derve ya li ser rojnamegeran were rakirin. Piştre şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û bêyî ku qedexeya derketina derve rake, bi hinceta ku mutala bê amadekirin danişînê taloqî 27ê Gulanê kir.
Her wiha şandeya dadgehê biryar da ku doza Rojnameger Zeynep Kuray, Yadîgar Aygun, Mahsûm Saglam û welatî Pelîn Laçîn û Yagmûr Filîz ji bo Dadgeha Cezayê Asliyê bê şandin.
Piştî danişînê rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan û nerazîbûn nîşanî girtin, binçavkirin, zextên li ser rojnamegeran û kuştina rojnamegeran dan.
,