Rojnameya New York Timesê, destnîşan kir ku Îranê dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Sûriyeyê kiriye û beşeke fermandarên îranî gihaştine Iraqê.
Rojnameya New York Tîmesê, bi nûçeyekê da zanîn ku Îranê dest bi vekişandina leşker û fermandarên xwe yên li Sûriyeyê kiriye û wiha cih da agahiyan: “Îranê ji duh ve dest bi vekişandina serkirde û fermandarên xwe yên leşkerî yên di nava xaka Sûriyeyê de kiriye.” Rojnameyê di nûçeya xwe de ragihand ku fermandarên îranî ji parastina desthilata Esed bê hêvî mane, ji bo wê jî rayedarên Îranê ferman daye ku Balyozxaneya Îranê ya li Şamê vala bikin û baregehên leşkerî yên Pasdaran jî werin valakirin. Rojnameyê da zanîn ku beşeke fermandarên leşkerî yên îranî, vegeriyane Tehranê û beşek jî ber bi Lubnan û Iraqê ve çûne.